Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê hatin aşkerakirin
Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê hatin aşkerakirin
Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê hatin aşkerakirin
Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, hate destnîşankirin ku Kobanê di encama berxwedana bêhempa de roj bi roj bi ser dikeve û wiha hate gotin: “Bi berxwedaniya bêhempa ya yekîneyên me li hemû çeperên şer a di din meşandin û bi saya xwîna şehîdan ên ku canê xwe gorî welat û gel kirine, Kobanê bi ser dikeve. Îro em çar rêhevalên xwe yên şehîd oxir dikin û soza şopdariya rêya wan didin.”
Di daxuyaniyê de nasnameya 4 şervanan hate aşkerakirin.
Nasnameyên 4 cangoriyan wiha ne:
Nav û paşnav: Murad Ehmed
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dîroka tevlîbûnê : 2012
Cih û dîroka şehadetê : Kobanê/ 2 – 12 – 2014

Nasnav: Jîndar Delîla
Cih û dîroka şehadetê : Kobanê/ 2 -12 – 2014

Nasnav: Serbest Efrîn
Cih û dîroka şehadetê : Kobanê/ 2 – 12 – 2014

Nasnav: Zinar Kobanê
Cih û dîroka şehadetê : Kobanê/ 2 – 12 -2014
