Nasnameya 21 gerîlayan hate aşkerakirin

Nasnameya 21 gerîlayan hate aşkerakirin

Komîteya Şehîdan a PKK’ê nasnameya 21 gerîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Gelê me gelê şehîdan e. Tevî ku ti gelî weke gelê me şehîd nedaye jî, gelê me berdêla vê negirtiye."

Komîteya Şehîdan a PKK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku tevgera PKK’ê li ser bingeha armanc û cidiyeta xwe, endamên wê hebûna xwe ya herî bi nirx canên xwe  ji bo serkeftina armanca xwe ya bilind her tim  feda kirine. Komîteya Şehîdan a PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo mirov bibînin ku ev rêxistin çiqas bi biryar e, divê mirov binêrin ku endamên wê rêxistinê di şert û mercên çiqas zor û zehmet de li her cihê ku pêwîst be ji mirinê re çiqas amade ne bibîne.  Ger pêkanîn di vî alî de bin, wê demê ev rêxistin rêxistinek gelek cidî ye. Ger neteweyên ku di rojên xwe yên rehet de ewqas bi ser nirxên xwe de çûbûn û di rojên herî zehmet de  jî li dijî zextekê belavbûnî bûne, divê bê zanîn ku ev kesên herî bi xeter in û di dozên gelan de û şerên mezin ên gelan de bawerî bi wan tine û berpirsyariyên xwe naynin cih.

Dema ev netewe rastî êrîşan bê, ger mensubên wê rêxistinê xwe nedin pêş, hesab nepirsin, tenê bi rondikên çavan sînor bimînin, wê demê ew netewe û endam lanetbûn heq kiriye. Neteweyên wisa ne kes cidî digire û ne jî li djî wan rêzdar in.  Şîdeta zexta ku li ser wan pêk tê, çi dibe bila dibe, dibin qurban. Çi bila bibin, ger ji bo azadiya xwe ranebin ser piyan wê demê ev gel her tim dikare bibe kole.

Kesên li ser rizgariya netewebûnê pir zêde diaxivin û ji bo wê nikarin dilopek xwîn bidin divê bi lanet bên bibîranîn û  ji ber vê sedemê mirov karin şibandineke herî li wan tê ya wekê ku ji ber şermê nikarin derkevin nava mirovahiyê bikin.  Kesên ku biryarê didin ku tevlî şerê jiyandina neteweyî bibin û xwe feda bikin, di navbera pratîk û nêzîkatiya wan de cudahiyên mezin hene.  Dîrok bi hezaran mînakên li ser vî esasî pêk hatine nîşanê me didin.

Ji bo vê em dibêjin ku gelê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn divê li roja me ya îro binêrin û  rastiya şehîdên PKK’ê tê çi wateyê baştir derxin holê.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û raya giştî ya demokratîk li dora şehîdên me wek xeleka ji agir a bi hêz xwedî li şehîdên me derdikevin û ji bo vê em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku ji nû ve li dora rastiya şehîdan bibin yek."

Nasnameya gerîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Abdî Kanar bi nasnav Medenî Renaz di 1974’an de li Çelê hatiye dinê di 1993’an de tevlî bûye û di 1994’an de li Çelê jiyana xwe ji dest daye.

Abdullah Taş ê bi nasnav Rizgar di 1975’an de li Geverê hatiye dinê, di 1993’an de tevlî bûye, di 11’ê Nîsana 1998’an de li Bestler-Botanê jiyana xwe ji dest daye.

Abdulmecît Bulut ê bi nasnav Dara di 1973’yan de li  Çelê hatiye dinê di 1989’an de tevlî bûye û di 31’ê Gulana 1995’an de li Kaxizmanê jiyana xwe ji dest daye.

Ahmet Aksu yê bi nasnav Şiyar Çelê di 1974’an de li Çelê hatiye dinê di 1993’an de tevlî bûye û di 13’ê Nîsana 2003’an de li Avaşîn jiyana xwe ji dest daye.

Eşref Yalçin ê bi nasnav Tekîn di 1971’ê de li Colemêrgê hatiye dinê di 1991’ê de ji Edenê tevlî bûye di 13’ê îlona 1992’yan de Bezelê/Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Omer Yalçin yê bi nasnav Hazim Kod di 1972’yan de li Colemêrgê hatiye dinê di 1990’an de tevlî bûye û di 27’ê Adara 1991’ê de li Avaşîn/Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Zeydîn Şahîn ê bi nasnav Tekîn di 1972’yan de li Colemêrgê hatiye dinê di 1992’yan de tevlî bûye di 25’ê Îlona 1997’an de li Çiyayê Spî-Behdînanê jiyana xwe ji dest daye.

Amîr Demîr ê bi nasnav Zirevan di 1974’an de li Çelê hatiye dinê, di 1989’an de tevli bûye di yekê nîsana 1990’an de li Botan-Elkê jiyana ji xwe dest daye.

Basrî Kanar ê bi navê kod Medenî di 1979’an de li Çelê hatiye dinê di 1995’an de tevlî bûye di 22’ê Tîrmeha 1995’an de li Geliyê Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Cangîr Tekîn ê bi nasnav Xelîl Meşkan di 1977’an de li Geverê hatiye dinê di 1993’an de tevlî bûye, di 1995’an de li Zagros Şehîdan jiyana xwe ji dest daye.

Casim Geylanî yê bi nasnav Rubar li Şemzînanê hatiye dinê di 1992’yan de tevlî bûye, di 1997’an de li Zerzanda Şemzînanê jiyana xwe ji dest daye.

Yusuf Çagdavul ê bi nasnav Mahîr Hogir di 1970’ê de li Dîgorê hatiye dinê di 1992’yan tevlî bûye di 1994’an de li Besta jiyana xwe ji dest daye.

Abdulselam Parlak ê bi nasnav Teyrik di 1972’yan de li Kaxizmanê hatiye dinê, di 1996’an de tevlî bûye di 1’ê Tebaxa 1997’an de li Tercanê jiyana xwe ji dest daye.

Haci Yildiz ê bi nasnav Firat Mamoste li Sarikamiş a Qersê hatiye dinê di 1992’an de tevlî bûye di 28’ê Sibata 1994’an de li gundê Gole ya Toktaşê\Serhedê jiyana xwe ji dest daye.

Hakan Akturk yê bi nasnav  Îhsan di 1973’an de li Erdexanê hatiye dinê di 1991’ê de tevli bûye di 20’ê cotmeha 1993’an de li Qilabanê jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Şahîn Ada yê bi navê kod Kendal di 1972’an de li Digorê hatiye dinê, di 1992’an de tevlî bûye di 17’ê Tîrmeha 1994’an de li nokteya Kartal Madurê\Çemçe jiyana xwe ji dest daye.

Mîhraîl Yilmaz bi navê kod Îdrîs Cotkar di 1955’an de li Erdexanê hatiye dinê di 1992’an de tevlî bûye, di 1’ê Hezîrana 1997’an de li Çiyayê Agirî jiyana xwe ji dest daye.

Nesîmî Yildirim yê bi navê kod Serhildan Toros di 1978’an de li Qersê hatiye dinê di 1994’an de tevlî bûye, di 1997’an de li Amanosê jiyana xwe ji dest daye.

Alî Bînîcî yê bi navê kod Rizgar di 1973’an de li Dêrik a Mêrdînê hatiye dinê di 1992’an de tevlî bûye di 1998’an de li Amedê jiyana xwe ji dest daye.

Hamît Ertaş yê bi nasnav Seyfî di 1976’an de hatiye dinê di 1993’an de tevlî bûye di 30’ê Gulana 1993’an de li Çiyayê Çember\Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye.

Mahmut Taş yê bi nasnav Gabar di 1978’an de li Eruhê hatiye dinê di 2003’an de li Stenbolê tevlî bûye, di 25’ê Kanûna  2007’an de li Findike / Gabar/ Botanê jiyana xwe ji dest daye.