Nasnameya 2 gêrîlayên li Cûdî hatin dîtin diyar bû

Nasnameya 2 gêrîlayên li Cûdî hatin dîtin diyar bû

Nasnameya 2 cenazayên li nêzî goristana gundê Cîfane yê li quntarê Çiyayê Cûdî hatin dîtin û hate îdiakirin ayîd gêrîlayên HPG'ê ne. Navê gêrîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan Arafat Aşkan (Herekolê Cûdî) ji Silopiyê û Selîm Goksu (Mahîr Serhat) ji navçeya Gogsiyê ya Erziromê ye.

Li Şirnexê serê sibê karkerên madenê dema diçûn kar nêzî goristana gundê Cîfane 2 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê hatin dîtin. Karkerên cenaze dîtin piştî agahî dan keyayê gund û pişt re gelek leşker bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê. Piştî bûyer hate bihîstin BDP û MEYA-DER çûn cihê bûyerê û têbîniya tê texmînkirin gêrîlayên HPG'ê nivîsiye peyda kirin.

Di têbîniya li ser cenazeyan hate dîtin de hate destnîşankirin ku gêrîlayên HPG'ê di pevçûna di 11'ê mijdara 2012'an de jiyana xwe ji dest dane. Li ser cenazeyekî têbîniya "Hevalê me Arafat Aşkan (Herekol Cûdî) yê ji Silopiyê ji bo nekeve destê dijmin xwe di nizar de avêt û şehîd ket." Di têbîniya li ser cenazeyê din jî wiha bû: "Hevalê me Selîm Goksu (Mahîr Serhat) ê ji navçeya Gogsî ya Erziromê jî di heman pevçûnê de şehîd ket."

Leşkeran diyar kir ku, wan agahî da dozgeriyê û dê dozger bê Qereqola Cendirmeyan a Madenê û li ser cenazeyan lêkolînê bike. Li ser vê yekê rêveberên MEYA-DER'ê jî diyar kir ku vê yekê qebûl nakin û xwestin ambulans bên cihê bûyerê û cenazeyan bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî leşkeran daxwaz qebûl nekir rêveberên BDP û MEYA-DER'ê û welatiyê li wir bertek nîşanî leşkeran da. Piştî rageşiyekî kin cenaze li wesayîtekî zirxî siwar kirin û ligel vê yekê rêveberekî BDP û MEYA-DER'ê jî li heman wesayîtê siwar bûn.

Wesayîta zirxî ya leşkerî ya cenazeyên gêrîlayên HPG'ê tê de hêj negihiştiye Qereqola Cendirmeyan a Madnê ji aliyê komekî qelebalix a di nav de rêveberên BDP'ê jî hene bi sloganan pêşwazî kirin. Li vir wesayîta cenazeyan dibir rawestand û welatiyan xwest ku cenazeyan li wesayîta şaredariyê ya cenazeyan bawer bikin. Lê ji ber leşkeran ev yek qebûl nekir dîsa di navbera girse û leşkeran de rageşî derket.

Piştî rageşiyê wesayîta cenaze tê de ji aliyê girseyê ve ala PKK'ê hate daliqandin û ber bi Qereqola Cendirmeyan a Madenê ve dest bi meşê kirin. Girse bi meşê hate ber qereqolê û di heman demê de Serdozgerê Şirnexê jî hate qereqolê. Li qereqolê karên dozgeriyê berdewam dike û girse jî li ber qereqolê sekna xwe didomîne.

Hate ragihandin ku piştî karên li vir dê cenazeyan bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.