Namzeta DSTO Elmas: Armanca me rêveberiyeke Xweser e

Namzeta DSTO Elmas: Armanca me rêveberiyeke Xweser e

Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê ku di paşeroja xwe ya 183'an de qet nebûye xwedî namzetên jin, bi Hewldana Karsazên Demokratîk dibe xwedî vê şansê. Yek ji du namzetên jin ên Hewldana Karsazên Demokratîk Şîlan Elmas da xuyakirin ku armanca wan avakirina rêveberî û meclîseke xweser e.

Hewldana Karsazên Demokratîk, ku bi Lîsteya Şîn tevlî hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê ya 1'ê Hezîrana sala 2013'an dibe, xebatên xwe dewam dike. Ji 46 namzetên Hewldna Karsazên Demokratîk, 2 jê jin in. Eger Lîsteya Şîn hilbijartinên qezenç bike, wê piştî 183 salan cara yekemîn jin tevlî rêveberiya Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê bibin.

Li gorî Lîsteya Şîn, divê binyatiya Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê di ber çavan re were derbaskirin, bibe xwedî vîzyonek ku karibe mîsyona xwe bicih bîne û meclîsek ku karibe guhertinên radîkal çê bike, were ser kar.

Namzeta Lîsteya Şîn Şîlan Elmas, ku Hewldana wê bi şiyara "Bi Rizgariya Demokratîk re em aboriya jiyana azad bi hev re ava bikin" ji ANF'ê re axivî.

"ÇAVKANIYÊN KURDISTANÊ TÊN PÊŞKÊŞKIRIN"

Elmas piştgiriya xwe ya li pêvajoya çareseriyê anî ziman û got, "Em jî gelekî girîngiyê didin vê pêvajoyê. Emê bi xebateke xweser, piştgiriyê bidin pêvajoyê. Li qada Bakurê Kurdistanê em xweseriya demokratîk dipejirînin. Di çarçoveya modêla aboriyê ya xweseriya demokratîk de, em dixwazin Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî xurtir bikin û li her qadê belav bikin."

Namzeta Lîsteya Şîn Şîlan Elmas da xuyakirin ku çavkaniyên Bakurê Kurdistanê hatine talankirin û ji dewletên mêtînger re tên pêşkêşkirin. Elmas diyar kir ku ewê bi vê xweseriyê re çavkaniyên xwe yên herêmî biparêzin û aboriya xwe ya herêmî biafirînin."

Elmas destnîşan kir, ku bi avakirina xweseriya demokratîk re ê gelê Kurd bi awayekî çalak li her qada jiyanê cih bigire û li dijî xizanî û bêkariyê projeyan pêk bînin.

Elmas, piştgiriya BDP û rêxistinên din ên ji bo wan nîşan dane jî nirxand û ji ber alîkariya wan a di xebatên hilbijartinê de jê re spas kir.

Navên di Lîsteya Şîn a Hewldana Karsazên Demokratîk de cih digirin ev in:

Koma 1. Vedat Cûran, Îsmaîl Kan

Koma 2. Şerîfe Sayar, Erdal Avşar, Vahît Karaaslan

Koma 3. Cemal Mercan, Nedîm Denîz

Koma 4. Mehmet Tekîn, Kadrî Toprak, Salîh Eren

Koma 5. Mehmet Sayan, Suleyman Yildirhan, Vedat Ozkeskîn

Koma 6. Fîlîz Cîzrelî, Yûsûf Korkmaz

Koma 7. Halîs Bîlen, Nîhat Ayata, Kahraman Papatya

Koma 8. Cengîz Ayaz, Adîl Can, Şeymûz Mete

Koma 9. Celattîn Bîrtane, Alaattîn Tan, Metîn Aslan

Koma 10. Remzî Kizilkaya, Ahmet Sormaz, Ercan Tayinlamak

Koma 11. Mehmetcan Tekîn, Gafûr Turkyay

Koma 12. Îhsan Ogûrlû, Mûrat Guneş, Eşref Tûrmak

Koma 13. Mesût Altûn, Huseyîn Yenîce, Kadrî Kazmaci

Koma 14. Azîz Golcuk

Koma 15. Farûk Korkmaz Huseyîn Bûlût

Koma 16. Cabbar Laygara, Husnu Pervane, Azîz Odabaşi