Mûzakereyên bi Îranê re careke din destpê kirin
Îro tûra dawî ya mûzakereyên nukleerî yên ku di navbera Îran û welatên 5+1 de, li bajarê Lozan a Swîsreyê destpê kirin.

Ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Îranê roja 20’ê Adarê navber dan hevdîtinan. Hevdîtin roja 26'ê Adarê Pênçşemê bi civîna ku bi beşdariya Wezîrê Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf destpê kir. Her wiha Wezîrê Enerjiyê yê DYA Ernest Monis û Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Ali Akber Salihî jî tevlî civînê bûn.
Kerry û Zarîf beriya civînê hatin pêşberî kamerayan û bersiv nedan pirsên têkildarî êrîşa hewayî ya ku Erebîstana Siûdî li hemberî Yemenê da destpêkirin.
Beriya civînê alîkarên wezîrên derve yên her du aliyan roja 25'ê Adarê Çarşemê hevdîtin kirin. Alîkarên wezîran di hevdîtinan de pêşnivîsa ku çarçoveya wezîrên derve yên Îran û DYA aşkera dike, diyar kirin.
Tê payin ku hevdîtinên di navbera Îran û welatên din de heta roja 31’ê Adarê ango 6 rojan berdewam bikin.
Tê payin di hevdîtinên di navbera Kerry û Zarîf de li ser tiştên ku ji hev nagirin ên di navbera Îran û 5+1 de li hev bikin, wezîrên derve yên welatên DYA, Rûsya, Çîn, FransA, Brîtanya û Elmanya ku weke welatên “5+1” tên zanîn tevlî hevdîtinan bibin û heta roja 1’ê Tîrmehê jî hevdîtin bigihin encamekê.