Muslim: Kes nikare bêje çima YPG wezîfeya xwe dike

Muslim: Kes nikare bêje çima YPG wezîfeya xwe dike

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin, ku hin komên perwerdeya leşkerî dîtine û xwestine derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, hatine binçavkirin û got, "YPG û hêzên asayîşê bi parastina gel berpirsyar e. Kes nikare bêje çima ew wezîfeya xwe dikin?"   

Endamê Konseya Bilind a Kurd û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, di bernameya Aktuel a NÛÇE TV de bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û gotûbêjên li ser krîza binçavkirina hin komên çekdar ên nêzî PDK'ê ne, nirxand. Muslim da xuyakirin ku YPG û hêzên asayîşê, hêzên rewa ne ku bi parastina gelê Rojavayê Kurdistanê berpirsyar in û di çarçoveya vê berpirsyariya xwe de ewlekariya sînor jî pêk tînin. Muslim got, "hin partî yan komên Rojavayî, ku vana bi nêzbûna xwe ya li PDK'ê tên naskirin, xwestin bi awayekî veşartî û bêyî haya kesî jê çê bibe sînor derbas bikin. Ev komên çekdar ji aliyê YPG û hêzên asayîşê ve tên girtin û nasnameyên wan tên kifşkirin. Di encama lêpirsînê de derdikeve holê, ku ev komên han li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine û dûre hewl dane derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji xwe vana dûre serbest tên berdan."

"YPG Û HÊZÊN ASAYÎŞÊ WEZÎFEYÊN XWE BICIH TÎNIN"’

Muslim reaksiyona PDK'ê ya li bûyera mijara gotinê jî nirxand û diyar kir, ku deriyê sînor ê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, ji doh ve hatiye girtin. Muslim da xuyakirin ku nûnerên wan ên li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkê daxwaza hevdîtinê li Mesûd Berzanî kirine, lê heta niha hevdîtin nehatiye kirin. Muslim ragihand ku hewldana komên çekdar ên bi dizî derbasbûna sînor, ne bi niyete baş e û destnîşan kir, ku kes nikare ji hêzên asayîşê re bêjin çima hûn wezîfeya xwe pêk tînin. Muslim bibîr xist, ku YPG û hêzên asayîşê bi parastina gelê rojava berpirsyar in.

"EM BI KÊFXWEŞÎ PÊVAJOYA LI TIRKIYÊ PÊŞWAZÎ DIKIN"

Muslim her weha da xuyakirin ku ew pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpê kiriye, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Bakurê Kurdistanê, parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ye. Eger li wê derê çareseriyê bibe, aramî pêk were, wê li parçeyên din jî ev aramî serdest bibe. Bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê. Ji serî ve me xwestin bi mûxalîfan re li hev bikin, lê wan bi zexta tirkiyê hebûna Kurdan ti carî qebûl nekirin. Eger Tirkiye bi Kurdê xwe re li hev bike, nikare ji hinekî din re bêje çima tu bi Kurdan re li hev dike. Bi vî rengî em bawer dikin ku pêvajoyeke nermtir wê destpê bike. Em ne li dijî Tirkiyê ne. Li herdu aliyan xizmên me nehe. Em naxwazin li herdu aliyên sînor, alozî û pirsgirêk hebin."

"GEL FERMAN DIKE, EM PÊK TÎNIN"

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di axaftina xwe de pirsgirêkên gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn nirxand û di vê mijarê de weha peyivî; "Bêguman pirsgirêk hene, pirsgirêka sotemeniyê û pirsgirêkên din hene. Lê gel bi xwe biryarê dide û bi xwe bicih tîne. YPG zarokên wan e. Herkes radibe dibêje PYD. Na, ne PYD li wê derê gel xwe bi xwe rêve dibe. Xebateke gel e, rêveberiyeke gel e. Tiştekî din jî heye ku kes bala xwe nadê. Em weke PYD, em ti carî çavê xwe bernadin deshilatdariyê. Weke mînak, kongreyên gel, meclîsên gel ava dibin, em ti carî li wan deran nabin deshilatdar. Weke partî em endam in, lê ne partiya deshilatdariyê ne. Herkes biryara xwe bi xwe dide. Mînak; li Kobanê 200 doktor hene. Ew bi xwe li hev kom dibin, pirsgirêkên xwe dinirxînin, biryarên xwe û wezîfedariyên xwe, bi xwe dikin. Dûre ji me re dibêjin, 'me ev biryar stendine, divê hûn jî li gorî vê biryarê tevbigerin'. Em jî li gorî biryara wan tevdigerin. Ji bo hemû pirsgirêkan çareser bikin, em komîteyên gel ava dikin. Em gel li hev kom dikin, ji wan re dibêjin, çareseriyê bibînin, fermanê bidin me, em jî bicih bînin. Gel çi bixwaze em wê dikin. Xweseriya şoreşa Rojava jî ev e. Şoreşa gel e."

"EM HEWL DIDIN XWE BIPARÊZIN"

Hevserkoê PYD'ê Salih Muslim herî dawî li ser akûbeta şerê navxweyî yê Sûriyê peyivî û destnîşan kir, ku rewş gelekî tarî ye. Muslim ragihand, ku Kurd dixwaze rijandina xwînê raweste û çareseriyeke siyasî bê dîtin. Muslim da anî ziman ku ji be ji dilnebûna hêzên navnetewî şer kûrtir dibe û got, "Dibe ku li Sûriyê her tişt bibe. Helwesta me ya li vir, parastina xwe ye. Em weke gelê Kurd hewl didin xwe ji vî şerî biparêzin. Ji ber vê jî gelê xwe birêxistin dikin. Gel kengî xwe birêxistin kir, hingî dikare xwe biparêze."