Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê sibê destpê dike
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê sibê destpê dike
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê sibê destpê dike
3'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Ya Amedê ku diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin Kkuştin kirin, di 18-25'e Gulanê de pêk tê. Koordinatorê Mihrîcanê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku her sal eleqeya li hemberî mihrîcanê zêdetir dibe û got: "Em li hemberî feraseta sinemaya cîhanê a hişmendiya zilam dixwazin hişmendiya jinê di sînemayê de pêş bixin. Ji ber ve yekê me bêtir cih da jinê."
3'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin dê di 18'ê Gulanê de dest pê bike û di 25'e Gulanêde bi dawî bibe. Vekirina mihrîcanê dê bi merasimek girseyî pêk bê. Îsal dê mihrican diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez bikin. Amadekariyên mihrîcanê bi dawî bûn. Koordinatorê Mihrîcanê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku her sal eleqeya li hemberî mihrîcanê zêdetir dibe û wiha got: "Em li hemberî feraseta sinemaya cîhanê a hişmendiya zilam dixwazin hişmendiya jinê di sînemayê de pêş bixin. Ji ber ve yekê me bêtir cih da jinê."
Ademîr, anî ziman ku ji bo beşa pêşbirgê 70 serlêdanên fîlman pêk hatin û wiha got: "Mihrîcan her sal bêtir rastî eleqeyek mezin tê. Îsal 70 film ketin pêşbirgê. Di nava van fîlman de 17 fîlm ji bo jûriya mezin hatin hilbijartin. Dê 25 fîlmên belgesel jî bên pêşberî temaşevanan. Hem ji aliyê sînemaeran û hem jî ji aliyê sînemahezan ve eleqe mezin dibe."
DI MÎHRÎCANÊ DE 17 FÎLM DIKEVIN PÊŞBIRKÊ
Derhêner Haşîm Aydemîr bal kişand ser beşa pêşbirgê û wiha berdewam kir: "Fîlmê herî baş ê mihrîcanê Xelata 1'emîn a Mihrîcana Film a Belgefîlma Filmamedê ye. Fîlmê 2'emîn jî yê xelata Taybet a Jurî ye. Fîlmê 3'mîn jî yê Jûrîya Gel e. Di merasima xelata fimlan de xelata herî girîng û bi wate ya Halil Dag a Taybet e. Ev xelat ji aliye Konservatuara Aram Tigran û Navenda Çande ya Cegerxwinê ve hatiye hilbijartin. Ji ber ku nirxên ku Halîl Dag tev li sinemaya kurd kiriye li ber çavan tê girtin ev xelat xwedî wateyek pir girîng e.
Aydemîr, da zanîn ku dê fîlm li 4 salonen cuda bên pêşandan. Aydemîr, anî ziman ku dê li 3 salonên Navenda Çanda Cegerxwin û Salona Sinemayên Ewropa ya Galeriaye bên pêşandan.
Armanca mihrîcanê;
* Di serî de çand û hunera Kurd û pêkanîna parastin û danasîna nirxên gelên Rojhilata Navîn ê çandî û hunerî;
* Ji bo geşedan û danasîna hilberînên sînemayî yê Kurd û gelên Rojhilata Navîn berpêşkirina têkarî;
* Sînemagerên Kurd û anîna cem hevdina van hunermendan û gel.
* Bi palpiştiya zemîneke alternatîf a demokratîk, civakparêzî, wekhevî, wekheviya zayendî û ekolojîk, anîna cem hevdina gel û berhemên hunerî yên ku weke mal/meta tên bikaranîn
* Ji têkiliyên ku di çarçoveya endustriyalîzm de teşe girtine wirdetir, nêvengek ji bo berhevkirina hunermendan;
* Armanc fîlmên sînemayê yên ku li Rojhilata Navîn tên hilberandin, di zemîneke pir-çandî de anîna cem hevdine.