Mihrîcana Berxbirê bi tevlîbûna 10 hezaran didome

Mihrîcana Berxbirê bi tevlîbûna 10 hezaran didome

9'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Zazanê Laleşê ku bi şîara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi azadiya Rêber Apo pêkan e" li Zozanê Laleşê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan berdewam dike.

9'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Zazanê Laleşê ku bi şîara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi azadiya Rêber Apo pêkan e" ji aliyê Şaredariya Elkê ve li Zazonê Laleşê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan bi coşek mezin berdewam dike.

Mihrîcana ku sala par ji aliyê polîs û leşkaran ve hat astengkirin, îsal bi coş û tevlêbûnek mezin berdewam dike. Mihrîcana ku li Zozanê Laleşê yê Lûtkeyê Kato hat destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dike. Bi 10 hezaran welatiyên ku ji gund, navçeyên derdorê û bajarên herêmê bi cil û bergên xwe yên neteweyî çûn li Zozanê Laleşê kom bûn, reng û dimênên zindî avakirin. Bi piraniya welatiyên ku bi şal û şapik û kiras û fîstan tevlî mihrîcanê bûn dîmenên rengîn avakirin. Li konên hatin vedan alên PKK, KCK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek şahî hatin lidarxistin. Welatiyên ku di nava reng û xweşikahiya Zozanê Laleşê de kêf kirin, di saetên nîvro de li qada mihrîcanê li hev kom bûn.

Di bernameya duh ya mihrîcanê de pêşbirkên kevneşopî û çandê hatin lidarxistin. Pêşbirkên dotina pez, penîr, mast, û birîna berxwat hat lidarxistin. Jinên ku cilên neteweyî li xwe kirin, bi çêkirina mast û penîr ketin pêşirkê. Kesên ketin pêşbirka mast û penîr ji aliyê 6 jûriyan ve hat hilbijartin. Girseyê bi coşek mezin pêşbirk temaşe kir. Di pêşbirka Berxbirê de jî 8 şivan ketin pêşbirkê. Herî zêde pêşbirga şivanan a berxbirê hat temaşekirin.

Li qada mihrîcanê ciwanan lîstikên herêmê û folklora herêmê dan pêşandan. Piştre lîstikên herêmî yên wekî Bire, Holane, Şere Keleş hatin lîstin. Piştî lîstik û pêşbirkan kesên ketin rêzê û bi ser ketin xelat girtin. Piştî pêşirk û lîstikan derbarê kevneşopiya Berxbirê de panel hat lidarxistin. Di saetên êvarî de Helbestvan Jehat Aşkan, Koma Denge Amara ya NÇM'a Qoserê, Koma Sorxwîn ya Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zinê û Helim Omeri konser dan. Di konserê de bi 10 hezaran kes kom bûn û heta derengê şevê coşiyan. Di konserê de bi sedan ciwanan meşa meşaleyî pêk anî. Meşa ku ji Kontarê Çiyayê Kato destpê kir, bi alên PKK û KCK'ê u posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta qada mihrîcanê meşiyan. Koma meşaleyê bi siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Ciwan fedaiyên Apo ne" hat pêşwazîkirin. Di mihrîcanê de fîşekên hewayî hatin avêtin. Piştî konserê axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Dîsa li qadê poster û wêneyên gêrîlayên HPG'ê yên di şerê sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Mihrîcanê heta derengê şevê berdewam kir.