Mezintirîn êrîşa tîmsehan a dîrokê: Bi qasî hezar leşker xwarin

Di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de, bûyereke welê qewimî ku mîna wê di dîrokê de rû nedabû.

Di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de, bûyereke welê qewimî ku mîna wê di dîrokê de rû nedabû.

Di Sibata 1945'an de tifaqên Hîtler, di serî de Eniya Başûrrojava li hemû nuqteyên stratejîk êrîşên xwe dewam dikir. Baregeha topvanan a menzîl dirêj a li Girava Ramree ya li Bûrnayê xwedî girîngiyeke mezin bû.

Li hemberî keştiyên Îngilîz êrîşên herî bi bandor ji vê baregehê dihat kirin. Piştî ku servîsên îstîxbaratê yên leşkerî yên Îngilîz-Amerîkayê ev baregeh keşif kirin, giranî dan ser bidestxistina vê derê.

Fermandariya leşkerî ya Japon, yekîneyên taybet şand ji herêmê re. Li hemberî êrîşên leşkerên xwedî tevger, dihat texmînkirin ku wê yekîneyên taybet bibin asteng.

Fermandarê Îngilîz ê tabûra ji hewayê hat daxistin Andrew Wyert esferekî gelekî fênek bû. Komeke keşfê şandibû ji herêma çiravê ya giravê.

Efserê Îngilîz dema hîn bû ku di çiravê de tîmseh gelek in, biryar da ku berdêla wê çi dibe bila bibe divê leşkerên Japon ber bi wî alî ve bikşîne.

Ev nêrîn li nerazîbûnan jî rast hat. Ji xwe çek û cebilxaneya leşkerên Îngilîz têra dijderketina li leşkerên Japon nedikir. Lê belê Andrew Wyert xwest jê bawer bikin û dest bi şerekî taktîkî kir.

Tabûra Îngilîz yekîneyên Japon heta navenda çiravê dehf da û bi awayekî balkêş xwe ber bi peravê ve vekişand. Roj 19'ê Sibata 1945 bû. Li eniya pêş bi tenê yekîneyeke biçûk hat hiştin. Leşkerên Japon ev yek weke avantajek didîtin.

Piştî çend deqeyan, efserên Îngilîz rewşa dawî bi dûrbînê dişopandin û ji bûyereke ecêb re şahidî kirin. Tevî ku êrîş bi awayekî demî hat sekinandin jî, leşkerên Japon yek bi yek dikevin nava çiravê.

Berxwedana koma Japon dirêj dewam nekir. Leşkerên sax hewl didan pê li yên ketine bikin û xwe ji çiravê derxînin. Lê belê dor dihat wan jî.

Li ser vê yekê fermandarê Îngilîz Andrew Wyert xwest yekîneya wan a li eniya pêş xwe vekişîne. Di wê baweriyê de bû ku dijminê wan hebû tine bûne. Îngilîzan di nava du saetan de, li ser girekî li tinebûna artêşa Japon a xwedî çekên xurt, temaşe dikirin.

1215 komandoyên jêhatî artêşa Japon ku li hemberî gelek yekîneyên qelebalix bi ser ketibûn, piraniya wan li hemberî tîmsehan winda kiribûn. 20 leşkerên Japon ên sax mabûn jî dîl ketibûn destê Îngilîzan.

Ev rewş weke "Hejmara herî zêde ya mirovên ji aliyê heywanan ve hatine xwarin" cihê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnesê de girt.