Meksîkayî piştgirî dan kampanya ji Ocalan re azadî

Meksîkayî piştgirî dan kampanya ji Ocalan re azadî

Ji herêma Atenco ya Meksîkayê, berdevkê Eniya Gel a ji bo Parastina Erdê xwe (FPDT) Îgnacîo del Valle, muzîsyen Cayo Vîncente û endamên koma muzîkê ya bi navê "Resîstancîa Mexîco" dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî.

Aktîvîstên Meksîkayî yên ji herêma Atenco, ku ev 13 salin li dijî destdanîna erdên gel têdikoş in, ji bo parvekirin û piştgiriya navbera têkoşînên berxwedanê yên li erdîngarên cûda û gelên cûda xurtir bikin, bi dirûşma "Ji Atenco ber bi Mezopotamyayê ve" gerek organîze kirin.

Aktîvîstên Meksîkayî di çarçoveya vê gerê de çûn serdana Buroya Aştiyê ya Jinê ya Kurd (CENÎ) û kampanya îmzeyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kirin. Her weha dan xuyakirin ku ewê kampanya îmzeyan li herêma Atenco ya Meksîkayê dewam bikin.

Berdevkê FPDT Îgnacîo del Valle, ku bi 102 salan bi cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin û di encama berxwedana gel de serbest hat berdan, diyar kir ku ewê dirûşma "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Azadî" di her çalakiyên xwe yên ji niha û pê ve de, biqîrin. Aktîvîstên Meksîkayî beşdarî meşa şermezarkirina komkujiya Solîngenê jî bûn û li vê derê Îgnacîo del Valle axaftinek kir. Del Valle got, "Ji hemû girtiyên siyasî re azadî. Ji Mûmîa Abû Jamal re azadî! Ji Abdullah Ocalan re azadî! Ji Kurdistanê re Azadî!"