Meclisa Jinan ya KCD û HDK’ê dê rapora Roboskî amade bikin
Meclisa Jinan ya KCD û HDK’ê dê rapora Roboskî amade bikin
Meclisa Jinan ya KCD û HDK’ê dê rapora Roboskî amade bikin
Meclisa Jinan ya KCD û HDK ku serdana malbatên Roboskî yên di encama bombebarana balefirên artêşa Tirk de 34 Kurdan jiyana xwe ji dest dan kir û dan diyarkirin ku, ew dê rapora Roboskiyê amade bikin û pêşkêşî BDP, CHP û AKP’ê bikin.
Jinên ku di pêşengtiya DOKH li Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê konên “Rizgariya Demokratîk û Çareseriyê” vedan, bi berdewam vekişîna gêrîlayên HPG’ê ji Bakûrê Kurdistanê bi awayek bêpirsgirêk û hêzên operasyonê yên dewleta Tirk dişopînin. Heyetek ji Meclisa Jinan ya KCD û HDK’ê ku ji Amedê hatin Şirnexê û şevekê nobet girtin, ji vir jî çûne gundê Roboskê yê girêdayî Qilabanê ku 28’ê Kanûna 2011’an balefirên şer yên artêşa Tirk bombebaran kirin û 34 gundiyên Kurd qetilkirin. Heyeta ku çûn tevlî 73’mîn heftiya qetilkirina 34 gundiyên Kurd li ser gorên wan bûn, piştre derbazî Mizgefta Gulyazî bûn û bi malbatên Roboskiyan re civînek pêkanîn. Malbatên Roboskiyan bûyerên ku di nava yek sal û nîv de jiyan kirîn vegotin û ji bo ronîkirina komkujiyê piştgirî xwestin. Malbatên got, “Heta Komkujiya Roboskiyê çareser nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.” Meclisa Jinan ya KCD û HDK’ê diyarkir ku, ew dê rapora Roboskiyê amade bikin û pêşkêşî BDP, CHP û AKP’ê bikin.
Heyetê li ser berpirsyartiya gêrîlayên HPG’ê ku ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe di çarçoveya stratejiya rizgariya demokratîk de nîşandayî ji gel re vedibêje.