Meclîsa Gel a Rojava li Başûrê Kurdistan hevdîtin pêk anîn

Meclîsa Gel a Rojava li Başûrê Kurdistan hevdîtin pêk anîn

Heyeta Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji Hevseroka Giştî ya MGRK’yê û Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Muhemed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah û Endamê MGRK’ê û Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl pêk dihat, bi rayedarên Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Heyeta Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji Hevseroka Giştî ya MGRK’yê û Endama Desteya Bilind Kurd Sînem Muhemed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah û Endamê MGRK’ê û Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Henan pêk dihat, îro li Hewlêrê çûn serdana Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê. Heyeta MGRK’ê di saetên danê êvarî de pêşî çû serdana Yegirtûy Îslamî ya Kurdistanê û li navenda giştî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûy Îslamî Muhemmed Ferec, Endamê Mekteba Siyasî Mewlûd Bawemûrad û Endamê Serkirdeyê Xelîl Îbrahîm ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtina li çapemeniyê girtî pêk hat de nûnerên MGRK’ê der barê rewşa dawî ya siyasî, aborî û dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê de agahî dan û guhdarî pêşniyar û nêrînên rayedarên Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistanê yên der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de girtin.

YEKGIRTÛY ÎSLAMÎ: EM LI DIJÎ ASTENGKIRINA ALÎKARIYA JI BO ROJAVA NE

Piştî hevdîtina ku bi qasî saetek û nîvê berdewam kir, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekgirtûy Îslamî Mewlûd Bawemûrad der barê naveroka hevdîtinê de agahî da û da zanîn ku wan di hevdîtinê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê gotûbêj kirine. Bawemûrad diyar kir ew piştgiriyê didin mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û ew dixwazin hêzên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û bi hev re destketiyên xwe biparêzin û ji ezmûnên Herêma Kurdistanê sûd werbigirin. Bawemûrad da zanîn ku wan jî soz da ku dê alîkariyê berdewam bikin û ev agahî da; “Em dê hewl bidin ku gelê Kurd weke hêzeke bi bandor li Sûriyeyê bê nasîn. Ji ber ku bê çareserkirina pirgirêka Kurd demokrasiya li Rojhilata Navîn jî pêk nayê.”

Bawemûrad, destnîşan kir ku ew li dijî rêgirtina alîkariya mirovahî ya ku Kurdên Herêma Kurdistanê birayên xwe yên li Sûriyeyê ne dişînin û wiha domand; “Ji ber ku ev alîkarî erkekî welatparêzî ye. Ji ber wê jî nabe ev derî bê girtin. Ji bo vekirina vî deriyê jî hewldanên me hene.” Şandeya MGRK piştre çû serdana navenda giştî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û ji ber ku Sekreterê Giştî yê Zehmetkêşan ji geştê li derveyê welêt bû, ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya Zehmetkêşan Goran Celal, Hîwa Seyid Selîm, Bêkes Qadir û Hawrê Hesen ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina bi qasî saetekê berdewam kir ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

ZEHMETKÊŞAN: DIVÊ PIRSGIRÊKA GIRTINA SÎNOR BÊ ÇARESERKIRIN

Piştre li ser navê Hizbî Zehmetkêşan Hîwa Seyid Selîm daxuyaniyek da û diyar kir ku wan rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine û der barê vê mijarê de nêrînên xwe bi hev re parve kirine û wiha got; “Em dixwazin ew pirsgirêkên girtina deriyê sînor bên çareserkirin, da ku em bikarin alîkarî ji bo serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê re bişînin. Em di hemû civîn û hevdîtinan de vê mijarê tînin rojevê û em ji wan dixwazin ku deriyê sînor ê li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin were vekirin.”

Serdanên MGRK’ê wê bi partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re berdewam bikin.