Meclîsa Gel a Drancy kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Gel a Drancy kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Gel a Drancy kongreya xwe pêk anî
Meclîsa gel a li herêma Drancy ya Parîsê, kongreya xwe ya 3. pêk anî.
Kongre îro, bi hilbijartina dîwana ji 3 kesan û deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di kongreyê de bûyerên siyasî yên li gelemperiya Cîhanê bi taybetî Kurdistan û Rojhilata Navîn hatin nirxandin û rapora karên salekê yên meclîsa gel hat xwendin. Li dû xwendina raporê nîqaş hatin kirin.
Di kongreyê de plansaziya sala nû hat kirin û piştî komîsyon hatin diyar kirin, pergala hevserokatiyê hat hilbijartin. Li gorî vê yekê ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel Omer Ozer û Dayika Tellî hatin hilbijartin.