Matematîkzanê xwediyê xelata Nobelê Nash jiyana xwe ji dest da
Matematîkzanê navdar John Nash, ji ber qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest da. Nash, ji ber tevkariya xwe ya zanistî ya li Teoriya Lîstikê, Xelata Nobelê stendibû.

Wesayîta ku John Nash û hevsera wî Alîcîa Nash tê de bû, li New Jersey qeza kir. Di qezayê de John û Alîcîa Nash jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ajokarê taksiya Nash ê 86 salî tê de bû, dema dixwest ji wesayîteke din derbas bibe ji kontrolê derket û li hesinên li kêleka rê qelibî.
Teza doktora ya matematîkzanê navdar John Nash a li ser 'Teoriya Lîstikê' piştî bi dehan salan ji Nobelê re namzet hatibû nîşandan. Nash di sala 1994'an de hêjayî Xelata Matematîkê ya Nobelê hatibû dîtin.
Teza doktora ya John Nash ku hêjayî Nobelê hat, bi tenê 30 rûpel bû. Jiyana Nash ku piştî 30 saliya xwe de bi dehan salan bi nexweşiya şîzofrenê dewam dike, bi navê 'A Beautiful Mind (Lîstikên Mejî) bû fîlm û di slaa 2002'an de hatibû nîşandan.