'Malbatên şehîdan pêşengên pêvajoyê ne'

'Malbatên şehîdan pêşengên pêvajoyê ne'

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê Civîna Asayî ya Du Mehan a Malbatên Şehîdan pêk hat û têde hat destnîşankirin ku divê malbatên şehîdan di pêşxistina erk û berpirsiyariyên pêvajoyê de pêşengiyê bikin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Civîna Asayî ya Du Mehan a Malbatên Şehîdan li Saziya Malbatên Şehîdan di 3’ê gulanê saet 14.00’an de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan dest pê kir û wek nêrîna hevpar hate destnîşankirin ku pêwîst e bi taybet malbatên şehîdan di vê pêvajoya pêngava “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” a Rêberê Gelê daye destpêkirin de erk û berpirsiyariyên pêwîst di asta pêşengtiyê de bi cih bînin. Û di tevayî qadên jiyanê de bibin sererastker.

Di civînê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz wek qiseker di destpêka axaftina xwe de rewşa siyasî ya li Kurdistan, Tirkiye û herêmê û bi wan ve girêdayî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye nirxand.

Yildiz got ku sala 2013’an ji bo wan xwegihandina encaman e û ev tenê ne ji bo wan ji bo tevayî hêzên Rojhilata Navîn wiha ye û wiha berdewam kir: “Li gorî paradîgmaya Rêber Apo li ser esasê biratiya gelan û demokratîkkirina herêmê xebatên me di asta jor de tên pêşxistin. Bêguman em wek gelê Kurd di vê mijarê de wek hêza bingehîn û ya pêşeng in. Pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” bi înîsiyatifa Rêber Apo dest pê kir û dîsa bi înîsiyatîfa Rêber Apo berdewam dike. Di tevayî dîroka gelan de jî merheleyên çareserî û azadiyan ji aliyê kes û hêzên ku pêşengiyê ji gelan re dikin tên pêşxistin.” Yildiz, di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku ev pêvajo bi awayekî dîrokî girtina dest girîng e û tenê bi pêşketin û diyardeyên rojane şîrovekirin têr nake. Yildiz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo dibêje, ‘Pêwîst e, mirov hewl bide bi awayekî kûr vê pêvajoyê fêm bike. Yan na fêmkirina pêvajoyê û me, dê ne gengaz be.’ Lewma rast fêmkirin û bi her awayî pêşxistina vê pêvajoyê li ser esasê perspektîf û ramanên Rêber Apo girîng e.”

‘WEZÎFEYÊN MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN KURDISTANÊ PIRR IN’

Rozerîn Yildiz bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir: “Hin merheleyên dîrokî hene ku pêwîst e mirov rast bigire dest û di dema wê de ya pêwîst bike. Me 6’emîn Konferansa Wargehê jî li dar xist. Di wê konferansê de wek yek ji biryarên herî girîng ev bû ku heta Rêber Apo azad nebe dê vegera gelê wargehê ne gengaz be. Li gorî berpirsiyariya demê pêwîst e, em wek gelê Kurd û bi taybet malbatên şehîdan wezîfeyên xwe pêk bînin.”

Piştî Yildiz, ji malbatên şehîdan ên wargehê dayik û bav jî nêrînen xwe anîn ziman û wek nêrîneke hevpar hat diyarkirin ku berpirsiyarî û wezîfeyên malbatên şehîdan ên Kurdistanê pirr in. Malbatên şehîdan divê timûtim şad û bextewar bin ku di vê têkoşîna pîroz de xwedî şehîdên ev qasî bi rûmet in. Lewma divê her dem serbilind bin û pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin.

Piştî axaftinan civîn bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.