Malbatên Roboskî li bendêne leşker vekişin

Malbatên Roboskî li bendêne leşker vekişin

Malbatên Roboskiyê ku di 500’mîn roja komkujiyê de li cihê komkujiyê hêjan dimînin, gotin heya ku leşker xwe nevekişînin qereqolên xwe ew dê nevegerin gund.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de 4 balefirên şer ên artêşa Tirk li Gundê Roboskiyêyê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê bombe barandibûn û di kombebaranê de 34 welatiyên Kurd ku piraniya wan ciwan hati qetil kiribûn. 500 roj li ser komkujiyê re derbaz bûn, lê hêj agahiyên komkujiyê nehatin ronîkirin. Welatiyên li ber 15'emîn kevirê sînor kom bûn, qurnefil danîn cihê komkujiyê û xwestin hesab ji berpirsyarên komkujiyê bên pirsîn.

Malbatên ku ji ber sedema liv û tevgera leşkerî bertek nîşanda û dane diyarkirin ku, ew ji herêmê dernakevin û rawestîna wan hêjan didome. Fermandariya Gulyaziyê bi rêya hinek gundiyan ji malbatan re got, wana sînor îhlal kriye, hate hînbûn ku, piştî gundî girtin kamerayê ew dê destûrê bidin ku gundî vegerin gund.

Malbatên ku bertek nîşanî bûyerê da, gundiyan ragihand ku ew venagerin gund û xwest leşker vekişin qereqolên xwe. Li vir li ser navê malbatan Îbrahîm Yaylali axivî û diyarkir ku, li ser komkujiyê re 500 roj derbazbûn, lê belê binpêkirinên mafan yên li vir hêjan rû didin.

 Yaylali anî ziman ku, ew alîgirê aşitiyekî birûmetin, lê gelê dewlet di vê mijarê de nesamîmiye. Yaylali destnîşan kir ku, dewletê carekedin êrîşî malbatên Roboskiyê kiriye û xwest sîstema cerdevaniyê li herêmê bidawî bibe. Roboskiyên ku sloganên “Aha Roboskî aha Serhildan”, “Dewleta qatil dê hesabê bide” û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn. Her wiha banga hîstiyariyê li rayagiştî hate kirin. Li qada gundî lê heyî bi sedan leşker sekinîne.