Malbatên Roboskî banga seferberiya aştiyê kirin

Malbatên Roboskî banga seferberiya aştiyê kirin

Malbatên Roboskî, di hefteya 73. de li ser gora zarokên xwe hatin cem hev û bang li hemû hêzên aştîxwaz kirin ku ji bo aştiyê dest bi seferberiyê bikin.

Malbatên Roboskî, di hefteya 73. a kuştina zarokên xwe de, li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin.

Malbatên Roboskî li gel Meclîsa Jinan a KCD û HDK'ê, li ser gora zarokên xwe yên dewleta Tirk bi balafiran ew kuştin, dûa xwendin. Li dû deqeyek rêzgirtinê ji bo "şehîdên meha gulanê" li ser navê malbatên Roboskî Cahîde Encu daxuyaniyek da û diyar kir, ku dewleta Tirk bi hemû kiryarên xwe re dixwaze komkujiya li Roboskî bide jibîrkirin. Encu got, "Ronîkirina komkujiyan, xwedîderketina li aştiyê ye. Em xwedî li aştiya xwe derdikevin. Em baş dizanin, aştiyeke ji dil, bêyî rûbirûbûna li paşerojê, nabe."

Encu bibîr xist, ku wan di 28'ê Hezîrana sala 2012'an de bi rêxistinên civakî yên sivîl xwestine biçin cihê komkujiyê, lê di encama destwerdana dewleta Tirk de heft ferdên malbata wan birîndar bûne, di roja 500. de jî xwestine bimeşin, lê dîsa li leşkerên Tirk rast hatine. Encu got, "Dest ji ronîkirina berpirsyarên komkujiyê berdin, 6 gundî bi hinceta li dijî qanûna pasaportê derketine û Welî Encu jî bi hinceta heqaret li dozgeriyê kiriye, tên darizandin."

"DIVÊ SEFERBERIYA AŞTIYÊ DESTPÊ BIKE"

Encu di dewama axaftina xwe de got, "Ev mekanîzmaya dadgeriyê ya li dijî Welî û gundiyên me bi lez û bez dixebite, çima ji bo 34 canên ji me stendine, ewçend bêdeng e."
Encu bang li hemû aştîxwazan kir ku bi tifaq bin û ji bo şerxwazan bişînin sergoyê dîrokê, seferberiya aştiyê bidin destpêkirin.

Li ser navê Meclîsên Jinan ên KCD û HDK'ê jî Songul Morsumbul peyivî û destnîşan kir, ku êşa kuştina 34 canên Roboskiyî hînê di nava dilan de taze ye. û got, "Ev 30 sal in erdnîgara Kurd mehkûmî şerekî qirêj û bi xwîn hatiye kirin. Ciwanên Roboskiyî jî di nava vê senaryoya bi xwîn de, di encama daxwaza hin şerxwazan jiyana xwe ji dest dane. Ev senaryo 200 sal in li ser gelê kurd ê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê tê meşandin."

Morsumbul ragihand, ku komkujiya Roboskî bê ehlaqî û bê wicdanî ye û ji bêdengiya heyî ya li ser lêkolînkirina komkujiyê, hukûmeta AKP'ê berpirsyar girt.