Malbatên mexdûrên Girtîgeha No 5 hatin Şaredariyê

Malbatên mexdûrên Girtîgeha No 5 hatin Şaredariyê

Malbatên wan kesên di Girtîgeha No 5 a Amedê de jiyana xwe ji dest dane, li gel Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan hatin serdana Şaredariya Bajarê Mezin û bi Şûngira Şaredar Hafîze Îpek re rûniştin. Dayîka Aştiyê Sakîne Arat got ku Girtîgeha No 5 dagerînin muzeyê dê bo aştiyê pir baş be.

Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan li gel 22 kesên ji malbatên Mazlum Dogan, Hayri Durmuş, Ferhat Kurtay, Elî Çîçek, Mahmut Zengîn, Akif Yilmaz, Cemal Arat, Necmettin Buyukkaya ku 12ê îlonê di Girtîgeha No 5 a Leşkerî ya Amedê de jiyana xwe ji dest dane, hatin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Şûngira Şaredar Hafîze Îpek li gel Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş mêvan pêşwazî kirin û got, “Nemirî nabe nesîbê her kesê.”

Malbatan jî da zanîn ku, wan jî di ber têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de canê xwe feda kiriye. Di hevdîtinê de malbatan ji şaredariyê xwest ku ji bo Girtîgeha No 5 bibe muze di warê mîmarî de hewldanan pêş bixe. Herwiha ji şaredariyê xwest ku li Parka Kent Parkê ji bo Nimûneya Girtîgeha No 5 cihekî ji wan re veqetîne. Alkan da zanîn ku, wek malbatên mexdûran cara yekê ye wiha bi berfirehî li hev kom dibin û got, meha gulanê ji bo wan pir girîng e. Alkan, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got divê girseyî bibin û di rojevê de bimînin.

Sakîne Arata dayika Cemal Arat jî axivî û got, “Zarokên me nemirî ne, ew dê di dilê me de bijîn.” Arat wiha axaftina xwe domand, “Tenê xwedê dizane ka wan çi û çi kişand. Ew vala nehatin kuştin, tu kes bêhûde namire. Tu tişt wek jiyanê xweş û şirîn nîne. Lê ew mecbûr man ku bimirin. Xwe feda bikin. Bi mirina xwe wan rê li ber vî gelê vekir, rê nîşanî wan da. Gelo îro di riya wan de meşiya û gihîşte van rojan, ew niha bi huzûr li cihê xwe radizên. Ji bo aştî pêk were ev gel dê tişta jê were bike.” Arat bal kişand ku, divê bo aştiyê hin tişt bêne kirin û got, “Heke em ji bo ev girtîgeh bibe muze bixebitin, ev dê bo aştiyê jî bibe pêngavek.”

Malbat çûn serdana BDP, KCD, Meya Der û Dayîkên Aştiyê jî.