Malbata cerdevanê serî li ÎHD'ê da

Malbata cerdevanê serî li ÎHD'ê da

Malbata cerdevanê bi navê Yuksel Akarsu yê ku tê îdiakirin ku li herêma gundê Hunekrek ê navçeya Palu ya Xerpêtê ji aliyê gêrilayên HPG'iyan ve hatiye girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Çewlikê da.

Malbata cerdevanê bi navê Yuksel Akarsu yê ku hefteyek berê li herêma gundê Hunekrek ê navçeya Palu ya Xerpêtê hate îdiakirin ku, ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Çewlikê da. Mehmut Akarsu diyar kir ku, birayê wî bi 14 karekerên dar dibirîn re ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin girtin û piştî nêzî 3 seetan şûnda karker serbest hatin berdan lê birayê wî nehate berdan. Apê cerdevan Cemal Akarsu jî xwest ku biraziyê wî serbest berdin.

Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nihat Aksoy ê ku serlêdana malbatê girt jî wiha got: "Piştî bûyerê ji cerdevan Yuskel Akarsu agahî nehatin girtin. Mixabin pergala cerdevaniyê dibe sedema encamên wisa. Em careke din dibêjin demildest pergala cerdevaniyê rabikin. Em dixwazin cerdevan Yuksel Akarsu serbest bê berdan."