Makas: Ev dadgeh ne rewa ye

Makas: Ev dadgeh ne rewa ye

Di doza KCK’ê ya Sereke ya Amedê ku 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin de Ahmet Makas, parastin kir û diyar kir ku darizandina wan ne rewa ne û diyar kir ku ne pêwiste bersîvê bide û wiha got: "Girtina me biryarek siyasî ye, dê berdana ber jî wisa be."
58'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedar tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî di navde 81 girtî û 12 kesên ku Fırat Anli jî di nav de serbest tên darizandin amade bûn.

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Hatîp Dicle ku peyvira wî ji destê wî hat girtin û 19 kesên din jî ji ber ku rapor girtin tevli dozê nebûn. Rûniştinê pişti xwendina nasnameyan bi axaftina Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Kamuran Yuksek, dest pê kir.

Yuksek, li ser navê hemû girtiyan axaftinek kin kir û diyar kir ku rûniştina wan a îro rastî 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîzan hatiye û wiha got: "6'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê birînek reş e. Belkî me Denîz ji darvekirinê rizgar nekir, lê em dê fikr û ramanê wan biparêzin û rizgar bikin. Denîzan li sêdarê gotin 'Bijî biratiya gelê kurd û tirk Birêz Ocalan jî bi vê pêvajoya ku ji nûve daye destpêkirin li doza wan xwedî derdikevin û dixwaze her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Dema Yuksel parastin dikir dadger xwest mudaxale bike, lê Yuksel disa axaftina xwe berdewam kir.

Piştî axaftina Yuksek û Parêzer Mehmet Emîn Akrat siyasetmedar Ahmet Makas piştî xwendina delîlan dest bi axaftinê kir. Parastin bi riya wergêr hat kirin. Makas, diyar kir ku 4 salin diçin dadgehê û tên. Bi salan e li ser gelê me zext û zordarî tên meşanin. Zimanê me û çanda me hatiye qedexekirin. Em ji bo li vî mafê xwe bigerin em ketin rê û em siyastê dikin.

Makas, di berdewama paratina xwe de diyar kir ku her tim dewlet li ser wan serdestiyê dike û mafê wan qedexe dike. Makas, da zanîn ku darizandina wan ne rewa ye û ji ber ku ne rewa ye pêwistî bi xwendina delîlan tune. Ger ku heyeta dadgehê bêje hûn kurd in û zimanê we kurdî ye wê demê dê rewatiya vê darizandinê hebe. Ger ku ne wisa be pêdivî bi bersivandian pirsan jî tune.

Makas pitre îdîayên der barê xwe de red kir. Parêzerê Makas Serhat Eren jî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyek nû daye destpêkirin û xwest xwest heyeta dadghê jî helwesta xwe li gorî vê yekê nîşan bide.

Heyeta dadgehê piştî rûniştina êvarî heta sibê navber da rûniştinê. Rûniştina dozê dê sibê berdewam bike.