"Captagon" ku madeyeke narkotîkê ya sentetîk e, ji aliyê DAIŞ û baskê El Qaîdeyê yê Sûriyeyê El Nûsra ve gelekî tê bikaranîn. Ev hebên ku ji bo ji bîr kirina êşê û wergirtina cesaretê tên bikaranîn, êdî li Sûriyeyê jî tên hilberîn. Heb dema digihêjin welatên Kendavê, weke çekê vedigerin.
Captagon ku hebeke biçûk a spî ye, êşê û tirsê dide ji bîr kirin. Di şerê Sûriyeyê de ku bi sed hezaran mirovî jiyana xwe lê ji dest dan, gelekî zêde tê bikaranîn.
Têkiliya DAIŞ'ê ya bi narkotîkê re beriya niha gelek caran hatibû îspatkirin. Mukurhatin û dîmenên nû hene. Vê carê di medya Rojava de. Hebên narkotîkê ne tenê ji aliyê DAIŞ'ê ve, ji aliyê endamên El Nûsra û Artêşa Sûriyeya Azad ve jî tên bikaranîn.
"DAIŞ, EL NÛSRA, ARTÊŞA AZAD BIKAR TÎNIN, OL NE XEMA KESÎ YE"
Televîzyona ARTE, der barê bikaranîn û firotina narkotîkê de bi bazirganekî re hevdîtin kir. Bazirganê ku di hevdîtinê de rûyê xwe vedişêre, hebên Captagon nîşan dide û behsa bandora hebê dike.
"Bê westan tu şer dike, li pêşiya xwe nanihêre û dimeşe, tirsê nas nake. Şervan vê hebê ji bo girtina nobedê, kontrolkirina hêrsa xwe û zêdekirina hêza xwe ya zayendî bikar tînin. Ne girîng e ku ev yek ji aliyê Îslamê ve hatiye qedexekirin. Ol di roja îro de ne xema kesî ye."
Rayedarên tûgaya têkoşîna li dijî narkotîkê ya Hûmisê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re peyivî û bal kişand ser nêzîkatiyên balkêş ên kesekî di bin bandora Captagon de ye.
Rayedar dibêje, "Me li wî dixist, ti tişt hîs nedikir. Dema me lê dixist, hîn bêhtir dikeniya."
Captagon a di sala 1963'an de hat hilberîn, di sala 1986'an de ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve di lîsteya madeya psîkotrop de hat bicihkirin.
Ji hingî ve li gelek welatan hatiye qedexekirin û ji aliyê saziyeke ewlekariya tenduristiyê ya Fransayê ve weke madeya narkotîkê hat destnîşankirin.
LI SÛRIYEYÊ TÊ ÇÊKIRIN, VEGUHERIYE ABORIYEKE ŞER
Ev madeya narkotîkê ne tenê ji bo têkbirina tirsê û bandorên din tê bikaranî, di heman demê de ji bo aboriya şer jî tê bikaranîn.
Sûriye îro veguheriye navenda çêkirin û firotina hebên Captagonê. Beriya sala 2011'an cihê hilberîna Captagonê Lubnan bû. Lê belê di destpêka salên 2000'î de li Tirkiye û Sûriyeyê dihat hilberîn. Bi giranî ji welatên kendavê re dihat firotin.
Bazirganekî narkotîkê yê ji Reutersê re axivî diyar kir ku piştî destpêkirina pevçûnên li Sûriyeyê, hilberîna Captagon a li Lubnanê di asta ji sedî 90'î de kêm bû.
Bazirganê narkotîkê da zanîn ku febrîqeyên hilberînê bar kirinei Sûriyeyê. Li gorî pisporê tevgerê tund ên radîkal Radwan Mortada, bazirganiya Captagonê rê li ber afirandina aboriyeke şer vekir.
Mortada got, "Beşek ji milîsên li Sûriyeyê bikar tînin, lê belê di serî de welatên kendavê ji derveyî welat re tên firotin. Bi qezenca ji vê re çek tê kirîn û operasyon tên fînansekirin."
Kîsekî ji 200 hezar hebî, dema digihêje cihê xwe, 1,2 mîlyon dolarî dide qezençkirin. Erebîstana Siûdî yek ji welatên herî zêde van heban dixwaze ye.
Her sal 55 mîlyon heb li Erebîstana Siûdî tên zevtkirin.
Li gorî raporeke Ofîsa Têkoşîna li hemberî Narkotîkê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2013'an, ev hejmar bi tenê ji sedî 10 ê li Qraliyeta Sidûdî ye. Li bazara Sûriyeyê hebek bi tenê ya Captagon ji 5 heta 20 dolarî tê firotin.