Lîsteya Şîn a DTSO belavok belav kir

Lîsteya Şîn a DTSO belavok belav kir

 Hewldana Karsazên Demokratîk ku bi "Listeya Şîn" têkeve hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Ofîsê belavok belav kir. 


Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), dê di 1'ê Hezîranê de hilbijartina rêveberiyê pêk bîne. Beriya hilbijartina ku bi 2 lîsteyan pêk bê, xebatên namzenên rêveberiyê berdewam dike. Di çarçoveya xebatên hilbijartina Odeyê de, Hewldana Karsazên Demokratîk ku bi "Listeya Şîn" têkeve hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), li Ofîsê belavok belav kir. Endam û rêveberên Hewldanê li ber AZC Plaza kom bûn û belavokên ku danasîna lîsteya wan dike li esnaf û welatiyan belav kirin. Endamên Komîsyona Lîsteya Şîn (Mavi Liste) û endama Koma 6'an Filiz Bedirhanoglu, diyar kir ku wekî Hewldana Karsazên Demokratîk dê tevli Listeya Şîn bibin û wiha got: "Wekî Lîsteya Şîn em dê ji bo jiyana azad di nava aboriyê de pêş bixin û gelek pirsgirêkên civakî çareser bikin em dê xebatê bimeşînin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku ji bo aboriya azad û jiyana azad piştgiriyê bidi Lîsteya Şîn. Koma Hewldana Demokratîk piştre belavok belav kirin.