Lîceyiyan leşker ji gund derxistin

Lîceyiyan leşker ji gund derxistin

Leşkerên serê sibê li gundên Kerwar, Zengî, Mişirfê di ser malan de girtin, piştî leşkeran bi ser gund û malan de girtin, welatiyan bertek nîşan dan û leşker ji malên xwe derxistin. Welatiyên ku leşker ji gundê xwe derxistin, xwestin leşker alavên ku leşkeriyê desteser kiriye bidin wan. Leşkeran jî gule berdan hewa û welatî ji xwe dûr xistin.

Gelek leşker bi karwanekî mezin ê maşîneyên zirxî yên leşkerî serê sibê çûn gundên Kerwar, Zengi, Mişirfê yên herêma Peşgewerê û li gundan di ser malan de girtin. Leşkeran serê sibê di seet 05.00'an de bi maşîneyên zirxî bi hînceta "esrar heye" bi ser gundan de girtin û li gundan bi ser malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û hat zanîn ku, gelek kes hatine binçavkirin. Nav û hejmara kesên hatin binçavkirin nehat zanîn.

Piştî leşkeran hata dereng li malan lêgerîn pêk anîn, welatiyên gundên derdorê û rêxistina BDP'ê çûn gund. Welatiyên ku li derve hatin û bertek nîşanî leşeran dan, leşkeran dawî li lêgerînê anîn û li hemberî berteka welatiyan ji gund derketin. Girseya ku di navde rêveberên BDP'ê jî hebûn hatin gundê Yalazê û bertek nîşanî leşkeran dan. Welatiyan xwest ku leşker alav û amûrên welatiyan dîsa paşve bide. Li hemberî ve yekê leşkeran gule berda hewa û xwest welatî vegerin.

Serokê BDP'a Lîce Harun Erkoç ku hat cihê bûyerê diyar kir ku, her çend operasyon bi navê "esrarê ye" jî armanca operasyonê ya esasî siyasî ye. Erkoç anî ziman ku leşkeran di serdegirtina malan de kompîtûrên welatiyan desteser kiriye û ji bilî esrarê li her tiştî geriyane. Erkoç anî ziman ku, niha bi hezaran welatî li vir kom bûne û Hemû welatiyên gund diyar kirin ku ev ne operasyona esrarêye. Erkoç anî ziman ku, çi dibe bila bibe, bi çi armancê dibe bila bibe welatî li hemberî pêvajoyê hesasin û ev operasyon li dijî pêvajoyê pêk hatiye."