Li Yemenê wê Konseya Gel a Demkî bê avakirin

Li Yemenê aliyên bi hev re di pevçûnê de ne li ser avabûna ‘Konseyeke gel a demkî’ li hev kirin.

Li Yemenê aliyên bi hev re di pevçûnê de ne  li ser avabûna ‘Konseyeke gel a demkî’ li hev kirin.

Nûnerê taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî Jamal Benomar îro daxuyaniyek da û da zanîn ku ev pêngaveke girîng a di rêya lihevkirineke berfireh de hatiye pêşxistin e.

Wek parçeyekî formula nû wê peywira parlamentoyê bidomîne. 301 parlamenterên ku piranî ji partiya desthilatdarin û nêzî Husiyane wê peywira xwe ya Parlamentoyê bidomînin.

Ligel parlamentoyê, di Konseya Demkî ya Gel  ku ya nû tê avakirin û nayê zanîn wê ji çend kesan pêk bê de, wê aliyên parlamentoya kevneşopî, Yemena Başûr, jin û ciwan ku berê temsiliyeta wan tinebû wê cih bigirin.
Parlamento û Konsey wê Yemenê bi hev re bi rê ve bibin.

Benomar got ku rewşa Serokkomarê Yemenê ku niha di hepsa malê de ye û rewşa wezîran wê piştre bê zelalkirin.

Ji tevgera Ensorullah an jî ji du partiyên Sunnî û partiyên muxalefeta Sosyalîst hê derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye.
Tevgera Şîî Ensorullah ya ku di Îlona 2014’an heta niha kontrola paytext Sana di destê wan de ye, meha buhrî  Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî û hikûmeta di bin Serokatiya Halid Mahufz Bahhah ji bo îstîfayê dabû zorê.

Li welat valahiyek siyasî hatibû jiyîn, piştre Husiyiyan desthilatdarî girtibûn dest, diyar kirin ku parlamento fesh kirine û wê  hikûmeta nû ava bikin.

Piştî aloziya li welat, du aktorên sereke yên herêmê, DYA û Siûdî Erebîstanê sefaretxaneyên xwe yên li Yemenê girtin û Yemen terk kirin.

El Qaîdeyê jî ku valahiya siyasetê wek derfet dît, êrîşên xwe zêde kir û Yemen niha li ber şerê navxweyî ye.