Li Wêranşarê li dijî kiryarên qirêj meşa ciwanan

Li Wêranşarê li dijî kiryarên qirêj meşa ciwanan

Meclîsa Ciwanan a Wêranşar a Rihayê li dijî kiryarên "narkotîk, fuhûş, asîmîlasyon, bişavtin, sîxurkirin û hemû pêkanînên mêtingeriyê" meşek organîze kir.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê Meclîsa Ciwanên BDP'ê bi dirûşmaya "Bila dawî li kiryarên narkotîk, fuhûş, asîmîlasyon, bişavtin û sîxurkirinê bê" li Caddeya Karacadag meşek organîze kir. Di meşê de Serokê Navçeyê, Wekîlê Şaredar, rêveberên BDP'ê yên navçeyê û yên Meclîsa Şaredariyê cih girtin.

Di meşê de li ser navê Meclîsa Ciwanan a  BDP'ê Fatîh Salavan wiha got: "Ciwan rastî êrîşan tên û dibin qurbanê êrîşên qirêj ên sîstema dagirker û polîtîkayên serdest. Bi taybet bi rêya ciwanan narkotîk, fuhûş, asîmîlasyon û sîxurtiyê pêş dixin. Û hewl didin bi rêya ciwanan exlaqê civakê xera bikin.”

Fatîh Salavan wiha dawî li gotina xwe anî: “Em soz didin ku em ê li hemberî van polîtîkayan têkoşîna xwe berdewam bikin."