Li Wêranşar ji bo Kobanê çalakî

Li Wêranşar ji bo Kobanê çalakî

Li navçeya Wêranşar a Riha êrîşên li hember Kobanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku heta Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin wê têkoşîn bidome.

Li Kobanê ku berxwedan ket roja 80’emîn, li Wêranşar ji bo Kobanê çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. Di çalakiyê Hevserokên DBP û HDP’ê yên navçeyê, rêveberên navçeyê yên DBP û HDP’ê, Hevşaredar Fîlîz Yilmaz, Serokwekîlê hevşaredar Adnan Sicak û bi dehan kes amade bûn. Girseya hat ber avahiya DBP’ê ya li Taxa Kişla pankarta, “Em berxwedana Kobanê silav dikin” vekirin û li ser cadeya Şaxa Leşkerî meşiyan.

Girseya dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP” gotin, dowîzên, “Gelê Kobanê ne bi tenê ye”,  “4 parçe yek e”,  “Bijî yekîtiya Kurdan”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” hilgirtin. Li Parka Maliye ya li ser Cadeya Ceylanpinar daxuyaniya çapemeniyê  hat dayîn.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya bajêr Ayşe Surucu  got,“Di êrîşa xwekujî ya 29’ê Mijdarê de hat dîtin bê desthilatdariya AKP’ê çawa piştgiriyê dide çeteyan. Di bin çavdêriya leşkerên Tirk de li axa Tirkiyeyê çalakî pêk hat. Desthilatdariya AKP’ê li şûna li Kobanê korîdor veke, ji bo çeteyên DAIŞ êrîşan pêk bînin korôdr vedike.

Surucu, diyar kir ku heta Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin wê çalakiyên xwe bidomînin û piştgiriya xwe dewam bikin.