Li welatên dewlemend serlêdanên penaberiyê zêde bûn

Nûnertiya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin ku di sala 2014'an de li 44 welatên pîşesaziyê, 866 hezar serlêdanên penaberiyê hatine kirin.

Nûnertiya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin ku di sala 2014'an de li 44 welatên pîşesaziyê, 866 hezar serlêdanên penaberiyê hatine kirin.

Saziya penaberiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya 26'ê Adarê de ragihand ku li gorî sala 2013'an hejmara serlêdanên penaberiyê di sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 45'an zêde bûye.

Li gorî raporê, di sala 2014'an de 866 hezar kesî li 44 welatên pîşesaziyê serlêdana penaberiyê kirine. Ev hejmar nêzî hejmara sala 2012'an e ku hingî di asta rekorê de 900 hezar serlêdanên penaberiyê hatibûn kirin.

Li Ewropayê serlêdanên penaberiyê di sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 47'an zêde bû. Dema serlêdanên penaberiyê yên li Ewropayê li gorî 28 welatên Yekîtiya Ewropayê were nirxandin, ev zêdebûn di asta rêjeya ji sedî 44'an de ye.

Serlêdan herî zêde li Elmanyayê hat kirin. Li vî welatî di sala 2014'an de 173 hezar 100 kesî serlêdana penaberiyê kirin. Li dû Elmanyayê, bi 121 hezar 200 serlêdanî re DYA, bi 87 hezar 800 serlêdanî re Tirkiye, bi 75 hezar 100 serlêdanî re Swêd û bi 63 hezar 700 serlêdanî re Îtalya derdikevin pêş. Serlêdana li van pênc welatan ji sedî 60 ê serlêdana penaberiyê ya li gelemperiya cîhanê ye.

Dema li gorî nifûsa wî welatî were nirxandin, serlêdana herî zêde li Swêdê hatiye kirin. Li vî welatî 24 penaber dibe para her hezar kesî. Li Malbatayê 17,5 penaber dibe para her hezar kesî. Li dû malta bi 14,6 penaberî Luksemburg û bi 12, 3 penaberî re Swîsre tê.

Ji ber herikîna koçberiyê ya di ser Derya Spî re, serlêdanên penaberiyê yên li Îtalyayê jî gelekî zêde bûn. Zêdebûna li Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 95'an tê diyarkirin.

Piraniya mirovên serlêdana penaberiyê dikin Sûriyeyî û Iraqî ne. Hejmara Sûriyeyiyên serlêdana penaberiyê kirine 149 hezar 600 kes hatin destnîşankirin. Piştî Sûriyeyiyan, Afgan, Sirp, Kosovayî û Erîtreyî derdikevin pêş.