Li wargehê Şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Li wargehê Şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ji bo kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan merasimekî bîranînê hate lidar xistin û goristan ziyaret kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi tevlîbûna gelê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan seet di 08.00’an de ji bo kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan merasimekî bîranînê hat lidarxistin.

Merasim bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Ferhad Mêrdîn bal kişand ser wateya şehîdan û wiha got: "Di vê roja ku em wek roja şehîdan didin nasîn yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê rêheval Heqî Karer şehîd ket. Heval Heqî bi eslê xwe Tirk bû û ji bo azadiya gelê Tirk di azadiya gelê Kurd de dîtibû ji destpêka têkoşînê ve ligel Rêber Apo bû."

Mêrdîn di berdewama axaftina xwe de derbarê kesayet û jiyana Heqî Karer de jî wiha got; “Kesayet û jiyana Heval Heqî di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de bûye şêweyekî jiyanê. Heval Heqî kedkar û bi her awayî hevalekî dilnizim bû. Bi biryar û xwedî gotina xwe bû. Dijmin bi zanebûn Heval Heqî kir hedef. Rêber Apo jî PKK wek bersiva ji qetilkirina Heval Heqî re ava kir. Em îro bi saya şehîdên xwe bûne xwedî derfetên azadiyê. Lewma divê em tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Her dem di rêya wan de bêrawestan bimeşin."

Merasim ku bi dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû, di çarçoveya plansaziya hatibû organîzekirin de girseyê berê xwe da Goristana Şehîd Nûjîn a Wargehê û gorên cangoriyên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaretkirin.