Li wargeha Şehîd Rustem pîrozbahiya karneyan
Li wargeha Şehîd Rustem pîrozbahiya karneyan
Li wargeha Şehîd Rustem pîrozbahiya karneyan
Ciwanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem coşa karneyan bi şevekê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser pêvajoyê axaftin hatin kirin, xwepêşandanên sêhrbaziyê û stranan coşa şevê bilind kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi organîzasyona Komalên Ciwan a Wargehê ciwanan coşa wergirtina karneyan, bi şevekê pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan ku dest pê kir Endamê Komalên Ciwan a Wargehê Xeyrî Garzan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got, “Berxwedan û Têkoşîna Rêber Apo ya bêhempa û şerê ku gerîllayên Kurdistan di sala 2012’an de li Şemzînan, Bêşebab û li tevayî Kurdistanê pêş xist wek tevger û gel em gihandin îro. Ew kesên ku bedena xwe kirin sîper û ji bo nekevin dest dijmin bombeyên li ser xwe teqandin hemû ciwanên vî gelî ne. Ji bo gele Kurdistan azad bijî wan ciwanan xwe feda kirin.” Xeyrî Garzan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew ked û têkoşîn ji bo me destketiyên mezin afirandine. Em bawer in ciwanên wargehê wê li ser bîrdozî û felsefeya Rêber Apo kar û xebatên xwe pêş bixe.”
Şahî bi temaşikirina sînevîzyonê û xwepêşandanê sêhrbaziyê berdewam kir. Şahî bi stranên Koma Zagros û govendgirtina ciwanan bi dawî bû. Di şahiyê de bênavber stranên “Bijî Serok APO”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” hatin gotin. Di şahiyê de her wiha dirûşmaya “Ciwan hêza avakirina rizgariya demokratik û jiyana azad e” mohra xwe li şeve xist.