Li Wargeha Şehîd Rûstem coşa karneyan

Li Wargeha Şehîd Rûstem coşa karneyan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xwendekarên dibistana seretayî, navîn û amadeyî bi merasîmên hatin lidarxistin karneyên xwe wergirtin û ketin betlaneya havînê. Di merasîman de Komkujiya Hewlêrê hate şermezarkirin û soza şopandina cangoriyên Kurdistan hat dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi merasîmên hatin lidarxistin xwendekarên ku li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî dixwînin ji destên mamosteyên xwe karneyên xwe wergirtin û ketin betlaneya havînê. Merasîm, saet di 08.00-10.00’an de pêk hatin. Di dest pêka merasîman de Komkujiya Hewlêrê hat şermezarkirin di axaftinên hatin kirin de soza şopandina cangoriyên Kurdistan hat dayîn. Piştî sirûda Ey Reqîb û deqîqeyek rêzgirtina xwendekarên di polên xwe de bûn yekemîn xelatên xwe ji destên platforma ku hatibû amadekirin wergirtin. 

Di merasîma ku li Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn hat lidarxistin de Mamoste Hawar di destpêka axaftina xwe de Komkujiya Hewlêrê şermezar kir û wiha got: "Em perwerdeya xwe li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendê û her wiha li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk didin. Xwendekarên ku îsal mezûn dibin û diçin zanîngehan divê bi wê hessasiyetê tevbigerin û her tim temsîla wargehê bikin.” 

Di merasîma li dibistana amadeyî de xwendekarê pola duyem Amed Kanat ku malbata wî jî amade bû biryara tevlîbûna nav gerîllayên Kurdistan da. Bavê Amed Kanat di axaftina xwe de got ku ew bi biryara kurê xwe Amed serbilind e. Paşê xwendekarên di polên xwe de bûn yekemîn diyariyên xwe wergirtin. Û xwendekar ji bo karneyên xwe wergirin derbasî polên xwe bûn.