Li Wargeha Penaberan Fermandarê HPG’ê Cîger hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan Fermandarê HPG’ê Cîger hate bîranîn

Fermandarê HPG'ê Cîger Goyî (Husên Orek) di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi merasimeke girseyî hat bîranîn. Goyî di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan û malbata Cîger Goyî li wargehê bi beşdariya gelê wargehê hat bîranîn.

Saziya Malbatên Şehîdan û malbata Fermandarê HPG’ê Cîger Goyî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ji bo salvegera gêrîla Goyî merasim pêk anîn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo gêrîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî axivî. Sofî bal kişand ser wateya Meha Şehîdan û bi taybet Roja Şehîdan 18’ê Gulanê û axaftina xwe wiha berdewam kir, “Di rojeke wiha watedar 18’ê gulana 2001’ê de Hevalê Cîger şehîd ketiye. Heval Cîger tevî ku gaziyekî Kurdistan bû ku di sala 1995’an de di şerekî li hemberî dewleta dagirker a Tirk de lingekî xwe jî wenda kiribû, tu carî ji çiyayên Kurdistan qut nebû.”

Mamoste Sofî di berdewama axaftina xwe de li ser jiyan û taybetmendiyên Fermandar Cîger Goyî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Cîger bi her awayî xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de helandibû. Heval Cîger bi tarzê xwe yê jiyanê ji bo hevalên xwe mînak û çavdêriya hêz û coşê bû. Bi vê wesîleyê em di şexsê Rêheval Cîger Goyî de pêşengê şehîdên xwe Hakî Karer û tevayî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em dê her tim şopdarê şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftina Mamoste Sofî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ya bi munasebeta salvegera şehadeta Fermandar Cîger Goyî ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem û malbatê re şandibû hat xwendin.

Li ser navê malbatê jî kurapê gêrîla Cîger Goyî Mihemed Oren ku bixêrhatina gelê wargehê ji bo hatina merasimê kir, da xuyakirin ku ew wek malbat bi şehadeta gêrîla Cîger Goyî timûtim serbilind in û wê şopdarên doza Wî bin. Her wiha jinapa gêrîla Cîger Goyî bi kilama ku ji bo Cîger got, bû sedema kêliyên hestiyar.

Paşê sînevîzyona ku ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser taybetmendî û jiyana gêrîla Cîger Goyî ku hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Di dawiya sînevîzyonê de girseyê dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” gotin. Piştî xwarinê jî merasim bi dawî bû.