Li Wanê li dijî fîrariyên Çewlîkê operasyon

Li Wanê li dijî fîrariyên Çewlîkê operasyon

Di sala 2013’an de 6 girtiyên PKK’ê ku ji Girtîgeha Çewlîkê fîrar kiribûn, di operasyoneke leşkerî dîsa hatin girtin û şandin girîgeha Wanê. Hate hînbûn ku di nîvê şevê de li girtîgehê operasyon hatiye kirin û 6 girtî ji Girtîgeha Wanê birine. Nayê zanîn ku girtiyên PKK’yî birine ku derê.

Di sala 2013’an meha Cotmehê de girtiyên ji Girtîgeha Çewlîkê firar kirin û piştî fîrarê operasyona hate destpêkirin de hatin girtin, birin Girtîgeha Wanê. Girtiyên bi navê Diyar Kaydu, Dîren Yasa, Osman Kilinç, Orhan Yakişir, Huseyîn Barsak û Devrîm Kayak di operasyona ku bi şev pêk hat de ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê birin. Lê nayê zanîn ku girtî birine ku derê.

Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun der barê mijarê de axivî û da zanîn ku bi operasyona ku di nîvê şevê pêk hat de 7 girtî ku jê 6 kesên ku ji Girtîgeha Çewlîkê fîrar kirine,  ji girtîgehê birine û diyar kir ku divê raya giştî bi hestiyar tevbigere. Aygun got ku dewletê piştî fîrara Çewlîkê berê xwe daye girtiyên PKK-PJAK’ê û ev hesta tolhildanê ye û wiha berdewam kir: “Me der barê ku 7 girtî birine ku derê ti agahî negirtiye. Lê rayedaran gotin ku wan bi armanca ewlehiyê ew birine. Em vê operasyona ku nîvê şê pêk hatiye şermezar dikin. Polîtîkayên bi vî rengî ti car me teslîm nagire.”