Li Wanê 4 xwendekar hatin girtin

Li Wanê 4 xwendekar hatin girtin

Di encama operasyona li hemberî xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê de 15 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van 15 xwendekaran 4 xwendekar hatin girtiN.

Li Wanê di encama operasyona li hemberî xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê de 15 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van 15 xwendekaran 8 xwendekar piştî kar û barê wan yê Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan anîn Edliyeya Wanê. Parêzerên Baroya Wanê bi hinceta di binçavan de îşkence xwendekarê bi navê Muhammet Ayata kirine ji bo karên edliyeyê parêzer neşandin. Ji bo vê jî karên xwendekaran yên lêpirsînê parêzerê TUYAD-DER' a Wanê Cahît Ertan girt ser xwe. Piştî karê dozgeriyê qediya bi daxwaza girtinê 8 xwendekar sewqî dadgehê kirin.

Xwendekarên ku bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin û ji wan 2 xwendekar bi şerta serbestiya bidenetim bi giştî 4 xwendekar serbest hatin berdan. Xwendekarên bi navê Agît Yilmaz, Adem Seraç, Muhammet Ayata û Seyîthan Guler hatin girtin û şandin girtîgehê.

Tê payîn ku 7 xwendekarên din jî di nava rojê de sewqî edliyeyê bên kirin.