Li Wanê 12 girtiyên din jî dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Li Wanê 12 girtiyên din jî dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê 12 girtiyên ji doza PKK’ê girtî ku dest bi çalakiya bêdem û dorneveger ya birçîbûnê kirî, ji ber sedema ku daxwazên wan nehatin pêkanîn 12 girtiyên din jî beşdar bûn.

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya 12’ê girtiyên ji doza PKK’ê 13’ê Gulanê ji ber sedema binpêkirinên mafan û muameleya xirab ya li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê destpêkirin, ji ber sedema ku daxwazên wan nehatin pêkanîn 12 girtiyên din jî beşdar bûn.

Hêjmara girtiyên dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem-dorneveger kirin giha 24’an, Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê, TUYAD-DER û parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer hevdîtin bi girtiyan re pêkanîn, lê girtiyan dawî li çalakiya xwe neanî.

Serokê Şaxa TUYAD-DER ya Wanê Ehmed Aygun ku ji bo daxwaz bêne pêkanîn û dawî li çalakiya birçîbûnê bê hevdîtin li gel Serdozgeriya Komarê ya Wanê, Dozgeriya Girtîgeha Tîpa F ya Wanê û midûrê girtîgehê pêkanî wiha got, ji bo daxwaz bêne pêkanîn û çalakiya birçîbûnê bidawî bibe dê hevdîtinên wan berdewam bikin.