Li Ukraynayê agirbest di 15’ê Sibatê de destpê dike
Li başûr û rojhilatê Ukraynayê di navbera herêmên ku Rûsî diaxivin û dewleta Ukraynayê de careke din li ser mijara agirbestê lihevkirin.
Li başûr û rojhilatê Ukraynayê di navbera herêmên ku Rûsî diaxivin û dewleta Ukraynayê de careke din li ser mijara agirbestê lihevkirin.
Li başûr û rojhilatê Ukraynayê di navbera herêmên ku Rûsî diaxivin û dewleta Ukraynayê de careke din li ser mijara agirbestê lihevkirin. Ji civîna bilind a çaran a Mînskê piştî ku biryara ‘Di 15’ê Sibatê de agirbest’ derket lîder der barê hevdîtinên xwe de daxuyaniyan didin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di çarçoveya civîna bilind a çaran ku tevlî bû, daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku dîroka agirbestê 15’ê Sibatê ye. Serokdewletê Rûsyayê Putîn got: “Me di gelek mijaran de li hev kir. Nûnerên Koma Temas a Ukraynayê da zanîn ku ji bo pêkanîna mutabakatên Mînskê peymana ku gelek tedbîran pêşniyar dike îmze kirine. Bi taybet jî me li ser agirbesta di 15’ê Sibatê de lihev kir.”
Putîn di axaftina xwe de got: “Kîev çekên xwe yên giran wê îro bikişîne sînorê ku gihiştiyê. Donetsk û Lugansk jî wê li ser peyama di 19’ê Îlonê de li hev kirin wê ji sînor vekişin. Berjewendiyên nifûsa li Donbass jî dijîn jî wê li ber çavan bê girtin û reforma makeqanûnê bê kirin.
Putîn destnîşan kir ku agirbest û hewldanên lihevkirinê yên berê ji ber ku rayedarên Donbassî yên dewleta Ukraynayê rasterast ji diyalogê reviyane pêk hatiye.
POROŞENKO: DÎLGIRTÎ WÊ 19 ROJ ŞÛNDE BÊN BERDAN
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande daxuyaniya ‘Me lihevkirin pêk anî’ kir û Serokdewletê Ukraynayê Pyotr Poroşenko jî da zanîn ku di Koma Temasa Ukraynayê de lihev kirine
Poroşenko da zanîn ku wê hemû dîlgirtî di nava 19 rojan de bê berdan.
Serokkomarê Donetskê Aleksandr Zaharçenko jî got ku lihevkirin bi saya lîderên Rûsya, Fransa û Elmanyayê îmze kirine.