Li Ukraynayê agirbest bicih nayê anîn!

Li Ukraynayê, agirbesta ku ji şeva Şemiyê û vir ve di meriyetê de ye, tê gotin ji aliyê giştî ve berpirsyariyên wê tên bicihanîn. Artêşa Ukraynayê jî îdîa kir ku ji şev Şemiyê heta êvara Yekşemê herî kêm 60 êrîş li hemberî wan hatine kirin.

Di daxuyaniya artêşa Ukraynayê de hat îdîakirin ku komên Rus li gorî berpirsyariyên agirbestê tevnegeriya ne. Berdevkê artêşê Anatolî Stelmakh got, "Êrîşên bi rokêtan jî di nav de komên çekdar 60 caran yekîneyên me hedef girtin." Stelmakh da xuyakirin ku bajarê Debaltseve yê xwedî girîngiyeke stratejîk e, yek ji herêmên herî aloz e.

Di daxuyaniya ji aliyê Qesra Elysee ya Serokkomariya Fransayê de jî hat ragihandin ku hurmeta li agirbestê ji aliyê giştî ve 'cihê kêfxweşiyê' ye. Daxuyanî di dema axaftina lîderên Fransa, Elmanya, Rûsya û Ukraynayê bi rêya telefonê de, hat dayîn û hat ragihand ku ji bilî hin astengiyên herêmî yên divê tavilê werin çareserkirin, agirbest bi giştî bicih tê anîn.

Piştî pevçûnên di bihara par de destpê kirin, artêşa Ukraynayê, di serî de bajarên Donetsk û Lûhansk, kontrola gelek cihên herêma Donbass ê winda kiribû.