Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Kampanya azadiya Ocalan ya duh li bajarê Tirbespiyê destpêkir, di roja yekem de 3500 îmze hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpkêkirin, duh li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê jî destpêkir. Kampanya ku li nava sûka bajar destpêkir, di roja yekem de derdorê 3500 îmze hatin berhev kirin. welatiyên Kurd, Ereb, û Surniyanî îmze ji bo azadiya Ocalan avêtin.
Ji aliyekê din bijişk Hemze Îsa li ser navê komîteya tenduristiyê, bi armanca piştgirîdayîna kampanya îmzeyan dê rojekê îyadeya xwe bê pere veke û li nexweşan binêre, her wiha li ser alavên îkograf li nexweşan bigere.
Li herêma Aliyan jî komîteyên ji 3 kesan pêk tên, piştî civîna Serokê Meclisên gundan hatin organizekirin, ev komîte dê dest bi karê xwe bike û îmzeyan berhev bike.