Li Tirbesiyê welatiyekê 75 salî kuştî hate dîtin

Li Tirbesiyê welatiyekê 75 salî kuştî hate dîtin

Li gundê Maşûq a Tirbespiyê, duh welatiyekê 75 salî lingê wî girêdayî kuştî hate dîtin.

Duh di seetên êvarê de di navber gundê Maşûq û Girkê Xelo ên Tirbespiyê de welatiyan kesekî lingê wî girêdayî kuştî dîtin. Welatiyên ku cenaze dîtin agahî dan Asayîşa Çêlaxa. Piştî lêkolîna hêzên Asayîşê derket holê ku cenazeyê yê welatiyê bi navê Nûman Xêz Nimir ê 75 salî ye û ji şêniyên gundê Seharîc ya girêdayî Til Koçere ji serê xwe bi guleyan hatiye kuştin. Hêzên Asayîşê cenaze radestî malbatê kirin.

Li aliyê din jî beriya çend rojan cenazeyê welatiyekî Ereb ji herêma Til Hemîs serjêkirî li ser riya Otesrada navnetewî ya Tirbespiyê hate dîtin. Çavkaniyên herêmî didin diyar kirin ku, hem welatiyên sivîl ji aliyê hêzên çekdar yê Îslamiyên radîkal tên kuştin.