Li Tilkoçer rejima Sûriyeyê zevî gulebaran kirin
Li Tilkoçer rejima Sûriyeyê zevî gulebaran kirin
Li Tilkoçer rejima Sûriyeyê zevî gulebaran kirin
Rejima Baas bi helîkopteran zeviyên gundên Girhok û Elî Axa yên girêdayî herêma Koçerat in gulebaran kirin.
Li nêzî sînorê Îraqê li herêma Tilkoçer bi taybet li gundên Girhok û Elî Axa îro piştî nîvroj rejima Baas zeviyên welatiyan bi helîkopteran gulebaran kirin, her wiha herêmên gulebaran kirine dûrî cihên komên çekdar in û tu ziyan negihîşte zeviyan.
Tê zanîn ku, koma çekdar Xureba El-Şam ji gundê Girhok bi 1kîlometre dûrin, her wiha Cebhet Elnesra jî li îstasyona başûrê gundê Elî Axa bi cih dibin. Herêma ku hatiye gulebaran kirin dûrî komên çekdar bû tevî ku helîkopter li ser cihê wan re difiriya lê komên çekdar nehatin gulebaran kirin.