Li Til Temirê peyman hate îmzekirin
Li Til Temirê peyman hate îmzekirin
Li Til Temirê peyman hate îmzekirin
Li bajaroka Til Temirê di navbera nûnerên Êla Şerabiyan, Meclisa Aştiya Navxweyî ya Serêkaniyê û Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîn hate lidarxistin. Di civînê de biryarên giring hatin îmzekirin.
Piştî bûyerên dawî li bajaroka Til Temir rû dan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek hewldan hatin kirin. Li Dirbêsiyê civînek di navber nûnerên Êla Şerabiyan û Meclisa Aştiya Navxweyî ya Serêkaniyê û Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate lidarxistin. Di civînê de peyama ku gelek biryarên giring derbarê aştiya di nava hemû pêkhateyên herêmê de, hate îmzekirin. Di dawiya civînê de daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji bo parastina jiyana hevbeş ya li herêmê ku li ser bingeha biratiya dîrokî di nava gelên herêmê de, nûnerên Meclisa Aştiya Navxweyî ya Serêkaniyê, Nûnerên Êla Şerabiya yên gundên Zirganê li herêma Til Temir, nûnerên TEV-DEM’ê û bi beşdariya kesayetên serbixwe di 13’ê gulana 2013’an de civînek li bajarê Dirbêsiyê lidar xistin û di civînê de gelek biryarên giring hatin standin.”
Di daxuyaniyê de biryarên ku di civînê de hatin standin wiha hatin rêzkirin:
- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza rewa ya parastina bajaroka Til Temirê ye, herwiha dê alîkariya gund û hemû welatiyan bike.
- Rakirina navê eşîrtiyê ji ser komên çekdar ên ku ewleheya herêmê binpêdkin û mal û milkên welatiya talan dikin.
- Peyda kirina derfeta vegera welatiyên ji malên xwe koçberbûne bi awayekî aram û bê ku kes li dijî wan derkeve.
- Hemû bendên kontrolê ku ji aliyê welatiyên sivîl ku piştî bûyerên dawî hatine çêkirin, werin rakirin.
- Ev peymana hatiye îmzekirin lihevkirineke giştî ye û dê tu bandora bermahiyên bûyerên berê li ser nemîne.
Peyman lihevanîna Til Temir ji aliyê Xidir El-Mihêsin û Slêman El-Faris wek nûnerên Êla Şerabiya, Hekem Xelo, Sibhî Sîno û Nasir Hec Mensûr wek nûnerên TEV-DEM’ê. Fûad El-Başa, Telal Ubêd, Mihemed Salih Etiya û Kamil Exta wek nûnerên Meclisa Aştiya Navxweyî ya li Herêma Serêkaniyê, hate îmzekirin.