Li Til Temirê pevçûn: Şervanekî YPG’ê jiyana xwe jidest da

Li Til Temirê pevçûn: Şervanekî YPG’ê jiyana xwe jidest da

Li Til Temir komên çekdar êrîşî benda kontorlê ya YPG’ê kirin û di encamê de şervanekî YPG᾿ê jiyana xwe jidest da.

Îro di demjimêr 04.00’ê serê sibehê de komên çete ku ji aliyê Cebhet El-Nesra hatin destek kirin êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Gundê Biêrîr kirin. Di encamê de şervanekî YPG᾿ê jiyana xwe jidest da. Pevçûnên rû dane hîn didomin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku, komên çeta bipiştgirî dayîna Cebhet El-Nesra û mudaxeleya wan êrîşî benda Gunê Biêrîr a li ser riya Til Temir û Ebû Rasîn ku15 kîlîlometrî dûrî navenda Bajarê Til Temir e kirin û di encamê de pevçûnên ku rû dane hîn didomin.