Li Swîsreyê "Tûrnûvaya Şehîdên Meha Gulanê" pêk hat

Li Swîsreyê "Tûrnûvaya Şehîdên Meha Gulanê" pêk hat

Li bajarê Swîsre Zurichê, bi beşdariya 2 jê jin 30 tîmên futbolê "Tûrnûvaya Şehîdên Meha Gulanê" hate lidarxistin û tîmên Luzern û Aurau derketin fînalê.

Tûrnûva ku îsal a 8. tê lidarxistin, li tesîsên sporê yên Zurich Schilieren hate lidarxistin . Di tûrnûvaya roja yekşemê de 2 jê jin 30 tîmên futbolê têkoşiyan û zêdeyî 700 ciwanan jî lê temaşe kirin.

Tûrnûva bi deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Dûre bi pergala koman, tîmên beşdar dest bi maçan kirin. Tûrnûvaya ku bi beşdariya tîmên ji gelemperiya Swîsreyê pêk hat, li pêwendiyeke mezin a temaşevanan jî rast hat. Di encama maçên hatin lîstin de, tîmên Luzern û Aurau derketin fînalê. Tîmên fînalîst, wê maça xwe ya fînalê di 30'ê Hezîranê de di festîvala ciwanan a li Baselê de bilîzin. 

Xelatên centilmeniYê û yên ku di tûrnûvayê de herî zêde gol avêtine, wê di festîvalê de bigihêjin xwediyên xwe.