Li Sûriyeyê hejmara sivîlên ji ber şer asê mane du qat zêde bûne
Berpirsyara operasyonên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos, diyar kir ku hejmara sivîlên ji ber şer û pevçûnan asê manê û saziyên mirovî nagihêjin wan du qat zêde bûne.

Valerie Amos a li ber Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî got ku hejmara sivîlên ji ber şer û pevçûnan di bin dorpêçkirinê de ji 212 hezarî gihiştine 440 hezarî.
Amos, ragihandin ku bi vî awayî 228 hezar kesên din, di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de, lê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dorpêçkirin li taxên Deyr Ezzor asê mane.
Li gor rayedara NY, li herêmên din ên welêt 185 hezar kes di bin dorpêça hêzên hikûmetê û komên çekdar de ne.
Amos a got, “Ev rewş nikare zêde bidome” bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û anî ziman ku dem nemaye.
Amos diyar kir ku eger saziyên mirovî negihêjin wê hê zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest bidin, ger şer û pevçûn bidomin wê rewşa sivîlên li Idlibê xera bibe.
Li bajarê Idlibê di navbera El Nûsra ya baskê El Qaîde ya Sûriyeyê û hêzên rejîma Şamê de şer û pevçûn hene.