Li Sûrê bombeya deng avêtin Otela Kaleyê
Li Sûrê bombeya deng avêtin Otela Kaleyê
Li Sûrê bombeya deng avêtin Otela Kaleyê
Li navçeya Sûr ya Amedê ku hate îdiakirin li Otela Kaleyê fihûş têkirin bombeya deng avêtinê. Di çalakiya ku zirara aborî lê rû da, Înîsiyatîfa YDG-H Amedê girte ser xwe.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, şeva din li derdora demjmêr 20:00’an de bombeya deng avêtin Otela Kale ya li ser rêya Melîkahmet ya navçeya Sûrê. Li otela ku hate îdiakirin fihûş lêtê kirin, bombeya deng avêt beşa pirsgeha otelê û di encama teqîna bombeya deng hemû camên qeta destpêkê şikestin. Herwiha zirarek ya aborî lê rû da.
Hate hînbûn ku, çalakî ji aliyê ‘Tîma Tekoşîna li Hember Fihûşê’ ve ya girêdayî Înîsiyatîfa YDG-H Amedê pêkaniye.
Înîsiyatîfa YDG-H Amedê têkildarî bûyerê danezanek belavkir û çalakî girte ser xwe. Di danezanê de wiha hate gotin: “Li dijî kes, cih û saziyên bi vî awayî yên sîstemê ku exlaqê civakê xirab û qirêj dikin dê çalakiyên me berdewam bikin.”