Li Sûltangazî şahiya "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad"

Li Sûltangazî şahiya "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad"

Li taxa Gazî ya Stenbolê, bi beşdariya hezaran kesî şahiya "Rizgariya Demokratî û Jiyana Azad" hate lidarxistin. Serokê BDP a navçeya Sûltangaziyê Mecît Aygun got, "Gerîla vedikişe, pêvajoya çareseriyê dewam dike. Tacîdarkirina vê pêvajoyê wezîfeya me ye."

Meclîsa Gel a Sûltangazî, li parka Gazî ya taxa Gaziyê bi beşdaiya hezaran kesî şahiyek bi navê "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" lidar xist. Li qada şahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK'ê, alên PKK û Konfederalîzmê hatin daliqandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Axaftina vekirinê ya şahiyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sûltangaziyê Mecît Aygun kir. Aygun bibirxist , ku gelê Kurd heta roja îro li dijî polîtîkayên înkarê li ber xwe daye û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê. Aygun got, "Bila baş were zanîn, Kurd ne Kurdên berê ne. Li gelek deverên cîhanê xwe birêxistin kiriye. Di asta heyî de gerîla vedikişe. Tacîdarkirina vê pêvajoyê, wezîfeya me ye. Gerîlayên li bajêr êdî em in."

Di şahiya bi coş de Orhan Berzan, Koma Dîrok, Aram Serhat, Koma Karker, Îsa Serhat, ji navenda Çanda Arzela Baran Bozyel û Seyda Perînçek derketin ser dikê û reng dan şahiyê.