Li Stewrê şivanek kuştî hate dîtin
Li Stewrê şivanek kuştî hate dîtin
Li Stewrê şivanek kuştî hate dîtin
Li Gundê Dengiza yê Navçeya Stewrê ya Mêrdînê şivanê bi navê Huseyin Şimşek li nêzî gundê xwe kuştî hat dîtin.
Li Gundê Dengiza yê Stewra Mêrdînê şivanê bi navê Huseyîn Şîmşek ku di seet 22.00'an de pezê xwe bir tenişta gund, li nêzî gund kuştî hat dîtin. Hat zanîn ku, Şîmşek bi guleyê hatiye kuştin û li tenişta cenazeyê wî çifte hat dîtin. Nehat zanîn ku, bi qezayê hatiye kuştin ango ji aliyê hin kesên din ve hatiye kuştin. Dozgerê Komarê yê Stewrê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Cenazeyê Şîmşek ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.