Li Stenbol û Îzmîrê bîranîna gerîla

Li Stenbol û Îzmîrê bîranîna gerîla

Gerîlayên HPG'ê û welatiyên ji aliyê kontr-gerîla ve di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê YAKAY-DER'ê ve hatin bîranîn. Bi vê armancê li Stenbol û Îzmîr mewlûd hat dayîn.

Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Xizmên xwe Wenda kirine (YAKAY-DER), bi armanca bîranîna 20 gerîlayên PKK'ê û welatiyên sivîl ên ji aliyê kontra ve di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya BDP'ê ya Fatîhê çalakiyeke bîranînê lidar xist. Di bîranînê de endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Hasan Vûral û gelek malbatên gerîlayên PKK'ê amade bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û Serokê YAKAY-DER'ê Welat Demîr axaftinek kir. Demîr diyar kir, ku deskevtiyên heyî yên gelê Kurd bi saya têkoşerên di vê rê de canê xwe dane, derketine holê û got, "Ciwanên kurd ji bo edalet, rastî û azadiyê ji metropolan çûn çiyayên Kurdistanê û li wir şehîd ketin. Emê xwedî li xeta wan derkevin, rêya wan rêya me ye."

Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Hasan Vûral jî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Gerîla vedikişe, emê ji dewletê re bipirsin; çek nîne ka tu êdî çi dikî? Doh ji birêz Ocalan re digotin terorîst, lê îro birêz Ocalan di nava 100 mirovên herî bi bandor ên cîhanê de cih digire. Piştre malbatên gerîlayên PKK'ê yên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, yek bi yek axivîn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re nîşan dan.

Li dû axaftinan, bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Endamên YAK-DER a Îzmîrê jî, ji bo bîranîna têkoşerên PKK'yî yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya xwe mewlûd da. Di bîranînê de ÎDAY-DER, Serokê BDP'a Îzmîrê Fûat Mîkaîloglû, rêveberên BDP'ê yên bajêr û navçeyan, gelek kes amade bûn. Seroka YAK-DER a Îzmîrê Sureyya Yilmaz di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir, ku ewê ti carî wan ji bîr nekin û got, "Wan bi lehengî şer kirin. Ew nîşaneya azadiyê ne."