Li Spanyayê partiyên klasîk ên çep û rast têk çûn

Di hilbijartinên li Spanyayê de Pariya Gel (PP) a Serokwezîr Marîano Rajoy, yek ji çar parên dengên li tevahiya welêt bi dest xist.

Beriya hilbijartinên parlamentê yên îsal li Spanyayê werin kirin, hilbijartinên herêmî pêk hatin. Di van hilbijartinên ku beriya hilbijartinên parlamentê weke testê bû, partiyên klasîk ên li desthilatdariyê hêzeke cidî winda kirin. Lîsteyên ku partiya mûxalefeta çep Podemos destek dayê li Barcelona bûn yekemîn, li Madrîdê jî bûn duyemîn.

Di hilbijartinên li Spanyayê de Pariya Gel (PP) a Serokwezîr Marîano Rajoy, yek ji çar parên dengên li tevahiya welêt bi dest xist. PP bi qasî ji sedî 10 pûan ji dengên xwe yên sala 2011'an winda kir. Partiya Sosyalîst (PSOE) a li mûxalefetê jî dengekî cidî winda kir.

Partiya Gel a Mûxafazakar (PP) a ji sala 1991'ê û vir ve paytext Madrîdê bi rêve dibe, ji lîsteya bi desteka Podemosê, bi tenê 1 kursî zêdetir bi dest xist. Li Madrîdê eger PSOE destekê bide wê lîsteya bi pêşengiya Podemosê bajêr bi rêve bibe.

Podemos ku li gelek herêman tevlî hilbijartinan nebû, li Barcelonayê destek da lîsteya 'Indîgnados' û ev lîste neteweperestên Katalan derbas kir û bû hêza yekemîn.

Partiya navendê Cîûdadanos a ku ji sedî 6,5 ê dengê gelemperiya welêt stend, bû hêza sêyemîn û mora xwe avêt binê serketineke cidî.