Li Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta Şîiyan êrîş: 4 mirî

Li Eyaleta Rojhilat a Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta Şîiyan êrîşa xwekujî pêk hat. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Eyaleta Rojhilat a Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta Şîiyan êrîşa xwekujî pêk hat. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Şahidekî bûyerê yê bi navê Ehmed ji ajansa Reuters re got, li gor agahiyên xizmên wî yên di mizgeftê de bûn, dane di nav miriyan de kesekî ku xwest êrîşkarê xwekuj rawestîne jî heye. Şahidekî din jî ragihandin ku ji ber êrîşa xwekuj kesekî ku di rê de dimeşiya jî jiyana xwe ji dest daye.

Îna bihûrî jî li hember mizgefteke Şîiyan êrîş pêk hatibû. Di êrîşa ku çeteyên DAIŞ’ê girtibû ser xwe 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû.