Li sînor tevgera Heron’an dewam dikin

Li sînor tevgera Heron’an dewam dikin

Li navçeyên Colemêrg Şemzînan û Geverê, liv û tevgera balafirên keşfê Heronan ên doh êvarê destpê kirin, dewam dike.

Hat ragihandin, tevgera Heronan, tevahiya şevê heta ber destê sibê dewam kirine. Balafirên keşfê Heron, herî zêde li herêmên Rûbarok, Oremar, Doskî, Helane, Qatûnê, Şikeftanê, Gelêşim û Meydanuqa yên ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê difirin.

Di vê navberê de, li gel vê tevgera Heronan, hejmareke zêde maşînên zirxî yên artêşa Tirk ji hêla Geverê ber bi sînor ve birê ketin. Hat hînbûn ku leşkerên çûn herêmê li “kale-kule” hatine bicihkirin. Li gorî agahiyan, li herêmên Qatûnê û Şikeftanê yên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî, leşkerên Tirk li hin nuqteyan kemîn danîne. Gundî dibêjin armanca van kemînan astengkirina vekişîna gerîla ye û gotin “kiryarên leşkerî yên bêhempa dewam dikin. Li her 3 an jî 5 kîlometreyan bi tankan nuqteyên kontrolê hatine danîn. Herêm di bin dagirkeriya leşkerî de ye. Mirov nikare li vê derê behsa aştiyê bikin.

Her weha hat ragihandin, ku li herêmên Geliyê Zînî, Binsor û çiyayê Goman ên di sala 2012’an de HPG’ê xistibû bin kontrola xwe, hejmareke zêde leşker hatine bicihkirin.